Piştevanên fikrên Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin

Piştevanên fikrên Rêber Abdullah Ocalan li gelek welatan zêde dibin. Nivîskara ji Urdinê Emel El Kurdî û nivîskarê ji Misirê Elî Ebû El Xeyr diyar kir ku fikrên Rêber Ocalan sînoran derbas dikin û azadiyan mîsoger dikin.

Piştevanên fikrên Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin
22 kanûn, 2023   02:36
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

Tevî derbasbûna zêdetirî 25 salan di ser dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan re jî piştevanên fikrên wî zêde dibin. 

Nivîskar û lêkolînera ji Urdinê Emel El Kurdî got: "Fikrên rêberê Kurd Abdullah Ocalan, ji aloziyên Rojhilata Navîn, doza Kurd û Filistînê re çareserî ne."

Emel El Kurdî wiha axivî: "Nêrînên wî der barê dozên Rojhilata Navîn de bûn sedem ku fikrên nû deyne ku Rojhilata Navîn biguherîne. Girîngî da civakan û civaka xwezayî ku li ser jin û dayikê dûrî fikra mêrên desthilatdar ava bûye."

Emel diyar kir ku li gorî Rêber Abdullah Ocalan, pêwîstiya Rojhilata Navîn bi nirxên modern û cîhanî heye û divê nêrîna xwe ya têkildarî rola ferdan biguherîne. Divê girîngiyekê bide avakirina civakeke azad ku mirovan esas digire, ji ber ku li Rojhilata Navîn tên paşguhkirin.

Emel wiha pê de çû: "Divê parêzname û pirtûkên birêz Ocalan bên xwendin, ji ber ku gelek fikr û nirxandin li ser şoreşê, çand, siyaset û girîngiya erdnîgariyê tê de hene." 

‘OCALAN LI REX DOZA XWE GIRÎNGIYEK DA DOZA FILISTÎNÊ’

Emel El Kurdî destnîşan kir ku li rex doza xwe Rêber Abdullah Ocalan girîngî daye dozên Rojhilata Navîn û wiha domand: "Pisgirêka Cihûyan ji destpêkê ve û fikra avakirina netewedewletê analîz kir. Rêbaza veguhastina wan ji Ewropayê û damezirandina xewna wan li ser axa Filistînê li ser hesabê gelekî din, rexne kir."

Li gor Emel, fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ku banga hevkariyê di navbera gelan dikin, ne li gorî rojavayiyên emperyalîst bû ku dixwazin berhemên herêmê talan bikin, gelên wê parçe bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber wê li dijî wî komployeke navneteweyî li dar xistin. Ji bo ku nehêlin fikrên wî belav bibin. Lê dîsa jî piştî 25 salan li ser girtina wî, Ocalan hîna sembola azadîxwazên li cîhanê ye û bi sekna xwe li hember zilmê û durûtiya navneteweyî mînak e."

Nivîskar û dîroknasê ji Misirê Elî Ebû El Xeyr jî got: "Projeya neteweya demokratîk a rêberê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya tevahî pirsgirêkên li herêmê ye."

Ebû El Xeyr wiha domand: "Firkên Ocalan li dijî netewedewletê ne ku wêranî û xirabî bi xwe re anîn herêmê. Di heman demê de ne li dijî ol in, lê belê dibêje ol û felsefe û heta mîtolojî; bîr, nasname û hêza civakê ye."

Ebû Xeyr diyar kir ku li gorî Rêber Abdullah Ocalan netewedewlet li ser azadiyê û demokrasiyê barekî giran e, nemaze dema netewperestî çêbe û wiha anî ziman: "Ji bo birêz Ocalan, netewedewlet; şeklê ku keysbaziya kapîtlasît tê de pêk tê. Dewleta ku ol ji bo berjewendiyên dermirovî keysebaz dike û di destê pergala kapîtalîst a zalim, amûr e."

Di dawiyê de Ebû El Xeyr got: "Netewedewlet bi nêrîna birêz Ocalan, trêna kapîtalîzma hov e. Yanî, wî red kir û li şûna wî teoriya neteweya demokratîk a ku rûmet û mafên gelan misoger dike, bi pêş xist. Pêwîstiya Rojhilata Navîn jî bi vê projeyê heye."

(şx)

ANHA