Hîkmet Hebîb: Çareserkirina aloziya li başûrê Sûriyeyê di pergala nenavendîbûnê de ye

Endamê MSD’ê Hîkmet Hebîb destnîşan kir ku kiryarên li gor zîhniyeta ewlekarî ya li başûrê Sûriyeyê tevliheviya ewlekariyê encam da û çareseriya wê pergala nenavendî ye.

Hîkmet Hebîb: Çareserkirina aloziya li başûrê Sûriyeyê di pergala nenavendîbûnê de ye
22 kanûn, 2023   05:41
REQA

Li ser geşedanên dawîn ên li başûrê Sûriyeyê nexasim belavbûna komên çekdar li deverên Dera û Quneytera û tevliheviya ewlekarî û xwepêşandanên li Siwêdayê gelek nîqaş di Kongreya 4'emîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de hatin kirin.

Di çarçoveya xebatên kongreya li bajarê Reqayê de ku tê de kesayetên siyasî û welatparêz û nûnerên Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Sûriyeyî beşdar bûn, ajansa me bi endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê hevpeyvînek li ser geşedanên li başûrê Sûriyeyê pêk anî.

Hîkmet Hebîb wiha axivî: "Em bûyerên li Sûriyeyê bi taybetî tevgera li herêma Siwêdayê baş dişopînin, ev tevger ji gelek mehan de didome û di encama zexta hêzên ewlekarî ya li ser şêniyên Siwêdayê de derket. Em van xwepêşandanan wek destpêka çareseriyên pêşerojê dibînin, her wiha em dibînin ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pergala nenavendî û demokratîk a ku MSD′ê pêşkêş dike, yek ji çareserkirina rewşa Siwêdayê ye."

TÊKILÎ BI HÊZÊN SIYASÎ YÊN SIWÊDAYÊ RE TÊN KIRIN

Hîkmet Hebîb wiha domand: "Me pîrozbahiya xwepêşandêrên Siwêdayê ji bo hevkarên wan ên Sûriyeyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Hevpeymana Civakî ya nû bi rêya hildana pankartan dît, her wiha ji berê de têkilî bi hêzên siyasî yên Siwêdayê re ji bo nîqaşkirina çareseriyan di serî de nenavendiyê, hene."

Hebîb destnîşan kir ku guhartinên mezin ên li Dera û Quneyterayê bi rêya ferzkirina zîhniyeta ewlekariyê û desthilata leşkerî hiştin tevliheviya ewlekarî derkeve û gelek kesayet bên hedefgirtin û rewşa jiyanê jî zehmettir bibe û got: "Pêwîst e bi rêya ragihandina Rêveberiya Xweser li wan herêman di çarçoveya pergaleke nenavendî û demokratîk de rewşa wir çareser bibe. Pergala nenavendî nayê wateya parçekirina Sûriyeyê."

(mh)

ANHA