Bihayên sotemenî û xwarinê barê jiyanê li Girkê Legê giran dikin

Ji ber zêdebûna bihayên kelûpelên bingehîn û sotemeniyê û newekheviya bihayê di navbera dikanan de, lêçûna jiyanê ji bo şêniyên Girkê Legê zêde dibe.

Bihayên sotemenî û xwarinê barê jiyanê li Girkê Legê giran dikin
22 tebax, 2026   06:40
QAMIŞLO
KINAN EL SAYID – ROHAT XELAF

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê parêzgeha Hesekê diyar kirin ku bihayê bilind ê mazotê rasterast bandorê li bihayên kelûpelan, bi taybet xwarinê dike. Ev yek peydkirina pêdiviyên rojane, bi taybet ji bo malbatên kêmdahat dijwartir dike.

Besam Mihemed ji ajansa me re got ku bihayên bilind bûne barekî giran li ser welatiyan û destnîşan kir ku zêdebûna bihayên mazotê rasterast bandorê li bihayên kelûpelan, bi taybet ê xwarinê dike.

Mihemed bang li hikumeta veguhêz kir ku çareseriyên pratîkî bibîne, barên ku ji hêla niştecihan ve têne hilgirtin binirxîne û tedbîrên ku dê êşa wan sivik bike, bigire.

Şêniyê bi navê Ebdulqadir Silêman got, bilindbûna bihayan bandor li gelek kelûpelan kiriye û destnîşan kir ku bazirgan vê yekê bi zêdebûna bacên gumrikê yên li ser kelûpelên ku ji deriyên sînor derbas dibin, bi taybetî kelûpelên mîna şekir û rûnê ve girêdidin, ku ev yek jî barê şêniyan girantir dike.

Ebdulqadir Silêman daxwaza kêmkirina buhayê mazotê kir û xwest ku bacên gumrikê yên li ser kelûpelên hawirdekirî were kêkmkirin, ku ev yek dê bibe alîkar ku zêdebûna bihayan were sînordarkirin û lêçûna jiyanê ya şêniyan sivik bibe.

Şêniyê bi navê Newaf Ehmed jî daxwaza zêdekirina çavdêriya bazarê û kontrolkirina bihayan kir. Her wiha bal kişand ser newekheviya bihayan di navbera dikanan de û ji rayedarên têkildar xwest ku kontrolên tundtir bikin û bihayan bişopînin da ku pêşî li zêdebûna bihayan bigirin.

(k)

ANHA