Pirsgirêka Kurdên qeydnekirî hate nirxandin

Di panekê de ku ji aliyê Rêxistina Alîkarî û Geşepêdanê ya Gav ve hate lidarxistinkirin, pirsgirêka Kurdên qeydnekirî yên li Sûriyeyê hat nîqaşkirin.

22 tebax, 2026   16:28
QAMIŞLO

Rêxistina Alîkarî û Geşepêdanê ya Gav li bajarê Qamişloyê panelek li ser pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê yên qeydnekirî yên ji nasnameyê bi par hatin hiştin, organîze kir. Di panelê de mijar di aliyê qanûnî û hiqûqî  de hate nirxandin û li ser çareseriyê nîqaş çêbû.

Rejîma Baasê 5`ê cotmeha 1962`an Kurdên Sûriyeyê ji nasnameya Sûriyeyê mehrûm kir û wan wekî kesên biyanî pênase kirin. Li gorî raporan, hejmara Kurdên ku ji mafên hemwelatîbûnê bêpar hatin hiştin 500 hezar derbas dikir.

Panel li sala El Burc a bajarê Qamişloyê bi beşdariya Kurdan ên ji nasnameya Sûriyeyê hatibûn mehrûmkirin, çalakvan û hiqûnas hate lidarxistin.

Endama tîma Gavê Ronî Hesen panel bi rêve bir û wiha got: "Me xwest di vê panelê de li çîrok û tecrûbeya Kurdên ji nasnameya Sûriyeyê hatibûn mehrûmkirin û qeydnekirî bûn, guhdar bikin. Di pêvajoya edaleta veguhêz de divê tazmînatên madî û manewî bidin wan, mal û mulkên wan li wan vegerînin. Em ê hemû çîrok û ezmûnên wan qanûnî binîvsînin û ji rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên têkildar re bişînin da ku ev malbat bighîjin mafên xwe."

Her wiha Kurdên qeydnekirî di panelê de axivî û behsa tecrûbe û zehmetiyên xwe kirin, gotin divê bi awayekî adil tazmînat bidin wan, mal û milkên wan li wan vegerînin. Dan zanîn ku rejîma Baasê zarokên wan ji xwendinê jî mehrûm kirin û wan nikarîbû milkekî bi navê xwe qeyd kiribane.

Di panelê de daxwaz hat kirin ku mafên hemû kesên qeydnekirî werin dayîn û li daîreyên fermî wan nas bikin û xwe qeyd bikin.

Kurdên neqeydkirî yên li Ewropayê jî ku bi rêya bernameya Zoom tev li panelê bûn serpêhatiyên ku di dema rejîma Baasê de kişandine, vegotin.

Rêxistina GAV a Alîkarî û Geşepêdanê rêxistineke ne hikûmî ye û ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Bi rêya bernameyan jinan perwerde dikin û alîkariyê bi wan re dikin.

(np)

ANHA