Li Idlibê 2 kes di encama teqîna mayînekê de birîndar bûn

Li gundewarên Idlibê 2 kes dema bermahiyên maleke wêrankirî radikirin, di encama teqîna mayînekê de birîndar bûn.

Li Idlibê 2 kes di encama teqîna mayînekê de birîndar bûn
22 tebax, 2026   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Meeret El Sîn ê Idlibê 2 kes dema ku bermahiyên maleke kavilkirî radikirin da ku ji nû ve ava bikin, mayînek a bermaniyên şer bi wan ve teqiya. Di teqîna mayînê de her du kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên herêmê.

Li gorî SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve di encama teqîna mayîn û bermahiyên şer de 142 mêr, 87 zarok û 8 jinan jiyana xwe ji dest dan, her wiha 217 mêr, 130 zarok û 11 jin birîndar bûn.

(bb)