‘Pirsgirêka jinan ya hevpare  me  kom dike’

Çalakvan û parêzerên beşdarî Kongreya NADA bûyîn ragihandin ku lidarxistina vê kongreyê ji bo Rojhilata Navîn pir girînge û gotin: “Ji gelek welatan beşdarî çêbûye ku ev nîşan dide pirsgirêkek hevpar ya me heye.

‘Pirsgirêka jinan ya hevpare  me  kom dike’
16 gulan, 2025   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 15’ê mehê de li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya ji 18 welatan nêzîkî 200 nûnerên jin, Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bi diruşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ destpê kir. Kongre di roja duyem de bi panel û nîqaşan berdewame.

Têkildarî giringiya Kongreya Hevgirtina NADA, çalakvan û parêzerên beşdarî kongreyê bûyîn, ji Rojnews’ê re axivîn.

Parêzer û parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr li ser mijarê wiha dest bi axaftina xwe kir: “Girîngiya vê hevgirtinê ewe ku ji zêdetirî 18 welatan jin beşdar bûne, bi taybetî wek jinên Kurd karîne ku li bajarê aştî û aramiyê bajarê Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, jinan li hev kom bikin. Ji gelek welatan beşdarî çêbûye ku ev nîşan dide pirsgirêkek hevpar ya me heye. Ji ber ku pirsgirêkên me ne tenê civakî ne, di heman demê de pirsgirêkek mezin a siyasî jî heye. Kurd heta niha jî ne xwedî ziman û axa xwe ne. Ji ber vê yekê lidarxistina vê kongreyê di dema ku pêvajoya aştiyê tê birêvebirin de, girînge.”

Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku wek jin bi berdewamî li ser pêvajoya aştiyê dikin û wiha domand: “Li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî û biryara 13-25, yek ji erkên sereke yên jinan aştî ye. Ji ber vê yekê, ez dixwazim spasiya Pervîn Buldan bikim ji bo rola wê ya mezin û bi bandor ya di vî warî de.”

Endama Sekreteriya Koalîsyona NADA Nubihar Mistefa têkildarî heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Armanca vê kongreyê ewe ku li ser gelek mijarên girîng ên têkildarî jinan, wekî destkeftiyên jinan û têkoşînên ji bo berjewendiya jinan li Rojhilata Navîn, nîqaş bike. Di demek ku li Rojhilata Navîn guhertinên erdnîgariyê heyî de pir giringe. Li herêmê êriş li ser jinan hene. Ji ber vê yekê lidarxistina vê kongreyê ji bo Rojhilata Navîn ku ber bi guhertinê ve diçe, pir girînge.”