Li eniyên şer ên Til Temirê droneke bombebarkirî hate xistin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê droneke bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker xist xwarê.

Li eniyên şer ên Til Temirê droneke bombebarkirî hate xistin
22 adar, 2025   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî ji herêmê dane, îro şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku girêdayî kantona Cizîrê ye, droneke bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li eniyên şer ên Til Temirê xist xwarê.

Çavkanî diyar kir ku dron bi nizmî li ser herêmê digeriya û beriya tu nuqteyan hedef bigire, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dron xist xwarê.

(fr)

ANHA