Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê: Jenerator naxebitin

Piştî ku mazota xizmetguzariyê ji bo jeneratoran nema hat dayîn û li bajarê Hesekê jenerator ji xizmetê derketin, pirsgirêka kehrebeyê li bajêr dijwartir bû, şênî ji ber nebûna alternatîfan û barê giran ê debarê gazinan dikin.

Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê: Jenerator naxebitin
Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê: Jenerator naxebitin
Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê: Jenerator naxebitin
Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê: Jenerator naxebitin
Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê: Jenerator naxebitin
13 îlon, 2026   06:15
HESEKÊ

Li Hesekê û gundewarên wê, piştî qutkirina dayîna mazota xizmetguzariyê ya ji bo jeneratorên kehrebeyê, gelek jeneratorên kehrebeyê ji xizmetê derketine. Ev jî di demeke wisa de pêk tê ku germahî zêde ye û alternatîfên guncaw tune ne, buhayên empêrên kehrebeyê û sotemeniyê zêde ne û zivistan jî nêz bûye.

Şêniyê bi navê Deham El Ilkê da zanîn ku tevî sehrîcên petroê ji herêmê ji bo parêzgehên din tên vegahestin, qutbûna empêran ji ber rawestandina dayîna mazota xizmetguzariyê ji bo xwediyên jeneratoran çêbûye, ev yek bi awayekî yekser bandorê li rewşa kehrebeyê ya li parêzgehê dike, buhayên sotemeniyê zêde ne û rewşa debarê ya şêniyan jî ne baş dibe.

El Ilke diyar kir ku aloziya kehrebeyê barê şêniyên Hesekê girantir dike û alternatîfên guncaw ên piraniya şêniyan tune ne, lêçûnên bikaranîna enerjiya tavê jî giran in.

Ebdulxaliq El Elî destnîşan kir ku divê aliyên peywendîdar ji bo kêmkirina barê şêniyan, careke din mazota xizmetguzariyê bidin xwediyên jeneratoran, domandina pirsgirêka kehrebeyê bi hatina zivistanê re dê rewşê zehmettir bike, bi taybet bi destpêkirina sala xwendinê ya nû re.

El Elî da zanîn ku di pêvajoya perwerdeyê de xwendekar bi hacetî kehrebeyê ne, zarok û kesên temen mezin ji ber qutbûna kehrebeyê ya demdirêj zehmetiyan dibînin.

El Elî diyar kir ku divê demildest beriya zivistanê mazot ji bo şêniyan were dabînkirin, sotemenî pir biha ye û şênî nikarin bikirin.

Şêniyê bi navê Ferhad Ehmed destnîşan kir ku rêjeya germahiyê bilind e û kehrebe qut dibe, şênî di rewşên zehmet de rû bi rû tên, berê kehrebe tenê bi rêya jeneratoran ji bo şêniyan dihate dabînkirin, buhayê her empêrekê nêzî 10 dolaran bûn.

Ferhad Ehmed da zanîn ku hejmareke dikandar wek alternatîf enerjiya tavê bi kar tînin, buhayê empêran bû nêzî 12 dolar, ev jî barê dikandar û şêniyan girantir dike.

(sb)

ANHA