Pevçûn berdewam in: Çeteyan derbên giran xwarin

Çeteyên xwestin ji aliyê kolana Zixûr  derbasî taxa Şêxmeqûsdê bibin derbên giran xwestin. Gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û 3 dronên wan hatin xistin.

Pevçûn berdewam in: Çeteyan derbên giran xwarin
10 ÇILE, 2026   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî ku xwest ji aliyê Şara Zixûr de derbasî taxa Şêxmeqsûdê bibin derbên giran ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve xwarin. Di encamê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û êriş hat şikandin. Qad bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Li gorî agahiyan tê gotin çeteyan zêdetirî 30 ambûlans şandine cihê pevçûnê ji bo ku kuştî û brîndarên xwe rakin.

Çeteyan di aliyê hola Medya de jî êriş dane destpêkirin û li 3 noqteyan di navbera çeteyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd de şer û pevçûn berdewam dikin.

Di heman pevçûnan de 3 doronên çeteyan jî hatine xistin.

(b)