Hikumeta demkî rê nade ku Heyva Sor a Kurd derbasî Helebê bibe

Karwana Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên xwe dike ku derbasî taxên Helebê bibe, lê hikumeta demkî rê nade ku derbas bibe.

Hikumeta demkî rê nade ku Heyva Sor a Kurd derbasî Helebê bibe
10 ÇILE, 2026   03:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwana Heyva Sor a Kurd a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji 15 kamyonên mirovî û alîkariyê pêk tê, tevî tîmên bijîşkan û derman li bendê ye ku korîdorek ewle vebe, da ku derbasî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê bibe.

Desthilatên hikumeta demkî qedexe dikin ku korîdoreke ewle vekin û rêya di navbera Dêr Hafir û Helebê de girtine.

Hemwextî êrişên çeteyên hikumeta demkî yê Sûriyeyê yên ji 6ˊê Çileyê heta vê kêliyê ve li dijî taxên Helebê, Heyva Sor a Kurd hewl da bersivê bide banga Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, birîndaran rizgar û derman bike.

(fr)