Cotkaran daxwaza destekê kir

Li herêma Cizîrê cotkarên sebzeyên havînê bi pirsgirêkên zêdebûna mesrefên çandinê û tunebûna piştgiriyê, her wiha kontrola bazirganan a li ser bihayan re rû bi rû ne. Cotkaran daxwaza destekê li aliyên têkildar kir.

Cotkaran daxwaza destekê kir
Cotkaran daxwaza destekê kir
Cotkaran daxwaza destekê kir
Cotkaran daxwaza destekê kir
Cotkaran daxwaza destekê kir
Cotkaran daxwaza destekê kir
Cotkaran daxwaza destekê kir
4 tebax, 2026   06:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Li herêma Cizîrê çandina sebzeyên havînê yek ji girîngtirîn qadên çandiniyê ye ku pêdiviyên sûkan bi cih tîne û derfetên kar peyda dike, her wiha ji hezaran malbatan re bûye jêdera debarê, nemaze ku di salên dawîn de ji ber kêmbûna baranê xisar di çandina dexl û danan de de dîtin.

Tevî girîngiya vê saktorê jî, lê cotkar îsal bi pirsgirêkên bihabûna mesrefên çandinê, tunebûna desteka têrker û zehmetiyên bazirganiyê re rû bi rû ne ku gefan li çandiniya sebzeyên havînî dixwin.

Sebzeyên sereke yên ku di havînê de têne çandin wekî bacan, xiyar, bacên reş, îsot û kartol hewcedariyên sûkên xwecih bi cih tînin û anîna wan ji herêmên din kêm dike.

Cotkarê bi navê Mehmûd Zêdan ê ji gundê Hilwa yê Tirbespiyê bal kişand ser pirsgirêkên ku pê re rû bi rû ne û got destek tune ye û buhayên pêdiviyên çandiniyê giran in. Zêdan destnîşan kir ku pirsgirêka din a sereke sotemeniyê ye û got: "Sebzeyên havînî xwe dispêrin avdana bi rêk û pêk. Lê tunebûna mazota bidestek û bilindbûna bihayê mazota baş bû sedema zêdebûneke mezin a mesrefa xebitandina bîran û pompên avdanê."

Mehmûd Zêdan diyar kir ku bihayên tovên hîbrîd, semada kîmyewî û dermanên li dijî kêzikan bi awayekî berbiçav bilind bûne. Di heman demê de belavbûna dermanên çandiniyê yên sexte an jî yên ku ne di bin çavdêriyê de ne bûye pirsgirêkek din. Zêdan anî ziman ku pêlên germayê û qutbûna elektrîkê jî bûne sedem ku beşek ji berheman berî geş bibin ziraran bibînin.

Mehmûd Zêdan da zanîn ku zehmetiyên wan ne tenê di qonaxa hilbirînê de ye, lê di heman demê de di qonaxa bazarkirinê de jî dewam dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dema em sebzeyan radikin bazaran simsar û bazirgan bihayan kontrol dikin. Wekî din rêbazên fermî yên rêxistinkirina bihayan an parastina sebezeyên xwecih nîn in. Li aliyekî din sebeze bi miqdarên mezin di wextekê de dadikevin bazaran, lê sarinc an kargehên depokirin û zuwakirinê ku miqdarê mezin hilgirin nîn in. Ev jî bû sedema daketina bihayên firotanê heta astên ku tewra lêçûnên hilberîn û veguhastinê jî nagirin."

Li gor hin cotkaran; mesrefa çandina hektarekî xiyar tevî cotkirin, avdana bidilopî û tovên hîbrid, kirêya barkirinê, qutîk û pêdiviyên din nêzî 2 hezar dolarî ye. Bihayê tov 750 dolar e, gubreyan nêzî 200 dolarî ye. Li beramberî vê mesrefê, sebeze bi bihayên kêm tên firotin.  Kîloyeke xiyar di navbera 1500-2000 lîreyên Sûriyeyê de ye, bihayê bacanan di navbera 3 hezar û 5 hezar lîreyan de ye, îsot jî bi 7 hezarî ye û bacanên reş bi nêzî 5 hezaran e.

Cotkar got bihayê ku ji bazirganan werdigirin, ji bihayê ku berhem bi wê li bazarê tê firotin bi gelekî kêmtir e.

Cotkaran bang li aliyên peywendîdar kirin ku mîqdarên têr ên mazota çandiniyê li gorî bernameyên avdanê yên birêkûpêk, semad û dermanên kêzikan ên pêbawer bi buhayên guncaw pêşkêşî wan bikin, bihayên firotinê destnîşan bike ku mafên cotkaran neyên xwarin, sarinc û kargehên depokirin û zuwakirinê ava bikin da ku miqdarê zêde hilbigire û windahiyên demsalî kêm be.

(bb)

ANHA