DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e

DEM Partiya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha got: “Parastina şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat û diyariya hemû cîhanê ye, berpirsyariya me ya bingehîn e.”

DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
19 tîrmeh 2024   12:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

 Daxuyaniya ku DEM Partiyê bi serenavê “Di 12’emîn salvegera wê de Şoreşa Rojava pîroz be” weşand wiha ye:

“Şoreşa Rojava ya ku berî niha 12 salan bi pêşengiya kurdan, jinan, ciwanan, gelên herêmê, komên baweriyan û bi piştevaniya tevgerên navneteweyî bi pêş ket, careke din li hemû gelên cîhanê pîroz be. Silav li kesên ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê, li dijî tarîtî û zilma ku zihniyeta DAIŞ’ê xwest li Rojhilata Navîn û li temamê cîhanê belav bike, li ber xwe dan. Silav li kesên ku rûmeta mirovahiyê ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin, têkoşînek bêhempa dan meşandin û bedelên giran dan.

 ŞOREŞA ROJAVA SIBEROJA TEMAMÊ CÎHANÊ JI TARÎTIYÊ RIZGAR KIR

 Şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke wisa ye ku li parçeyekî biçûk a cîhanê pêk hatiye û ne tenê li ser esasê destkeftiyên gelekî ye; şoreşa jinan e li dijî kesên ku bi rêbazên hovane xwestin jinan kole bikin û li bazaran bifiroşin e. Şoreşa Rojava; bi pêşengiya jinan pêk hat û kurd, ereb, tirkmen, misilman, xiristiyan, elewî û êzidî bi hev re ji bo siberoja xwe li ber xwe dan, berdêlên giran dan û bi hev re biryara siberoja xwe diyar kirin. Şoreşa Rojava şoreşeke enternasyonalîst e ku bi hevgirtina gelên cîhanê pêk hat û siberoja temamê cîhanê ji tarîtiyê rizgar kir. Nîşaneya berxwedan û avakirina jiyana nû ya mirovahiyê ye. Şoreşa Rojava ya ku têkoşîna azadiya jinan tacîdar kir, bû mînaka herî berbiçav ji bo cîhanekê ku azadiya jinan diparêze û li dijî netew-dewletê neteweya demokratîk ava kir. Bû hêvî ku pergalên ku xwe li ser neyartiya jinan ava bûne dikarin bên hilweşandin. Şoreşa Rojava ku felsefeya Jin Jiyan Azadî di jiyanê de pratîk kir, bû îlhama tevgerên jinan ên li hemû cîhanê û ev tecrubeya li Rojava bi taybetî ji bo jinên Rojhilata Navîn û rêxistinên jinan ên li hemû cîhanê motîvasyon û hêviyeke têkoşînê afirand. Ji ber van taybetmendiyan îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişên hêzên alîgirên DAIŞ’ê de ye.

 VÊ ŞOREŞÊ HEMÛ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ TÊK BIRIN

 Di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelê Sûriyeyê neçar ma ku di navbera rejîma heyî û zihniyeta DAIŞ’ê de tercihekê bike. Gelê kurd û dostên wan bi Şoreşa Rojava peyitandin ku rêyeke din pêkan e û tekane çareserî jiyana hevpar û wekhev e ku li ser bingehên demokratîk ava dibe. Şoreşa Rojava ne tenê hovîtiya DAIŞê têk bir, herwiha li dijî êrişên hêzên alîgirên DAIŞ’ê pêvajoyeke şoreşgerî ya bêhempa û berdewam ava kir. Vê şoreşê hemû polîtîkayên qirêj têk birin ku di sala 2011’an de herêm xistibûn nava kaosê û gel kiribûn penaber û koçber.

 ŞOREŞA ROJAVA JI BO TU KESÎ NE XETERE YE

 Armanca wan kesên ku duh li Sûriyeyê alîgiriya DAIŞê kirin ew bû ku destkeftiyên gelê kurd desteser bikin û rê li ber modela jiyana demokratîk bigirin. Lê belê barbariya DAIŞ’ê bi berxwedana gel hat şikandin û alîgirên DAIŞ’ê jî pê re têk çûn. Yên ku êrişî Rojava kirin û bi her awayî heqaret li rejîma Sûriyeyê dikirin, niha bi armanca înkarkirin û tunekirina Kurdan û jiholêrakirina şoreşa herêmê, bi rejîma Sûriyeyê re hewl didin têkiliyan pêk bînin. Em ji vir careke din hemû derdorên têkildar hişyar dikin; li van axan tu armancên ku çareserî nahewîne, wê bi ser nekeve. Hûn nikarin bi şer, wêrankirin û barbariya DAIŞ’ê bi ser bikevin, lewma dest ji hewldanên qirêj berdin û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin. Eger hûn li diyalog û muzakereyê digerin, serî li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixin ku modela jiyana herî adil, rewa û demokratîk afirandiye. Ji ber ku Şoreşa Rojava ji bo tu kesî ne xetere ye û tekane rêya jiyana bi hev re û di nava aştiyê de li vê erdnîgariyê ye.

 ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJAVA Û BÊDENGIYA LI DIJÎ WAN SÛC E

Her wiha em bang li gelên cîhanê û hêzên navneteweyî jî dikin ku qedr û qîmeta şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dizanin; êrişên li dijî Şoreşa Rojava û bêdengiya li dijî van êrişan her du jî sûc in. Parastina vê şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat û diyariya hemû cîhanê ye, berpirsyariya me ya bingehîn e.

JI BO XWEDÎDERKETINA ŞOREŞÊ DÊ TÊKOŞÎN BIDOME

Di serî de gelê me û hemû gelên dildarên Şoreşa Rojava, ji bo xwedîlêderketin, domandin û berfirehkirina Şoreşa Rojava wê têkoşîna xwe bidomînin. Gelên ku bi pêşengiya jinan li ber xwe didin do bi ser ketin û sibê jî wê serkeftinên mezintir bi dest bixin.