Firinên taybet ji ber bihabûna mazotê sekinîne

Li herêma Cizîrê ji ber bihabûna mazotê firinên taybet sekinîn. Daîreya Dexlan jî diyar kir ku di depoyan de ard heye lê ji ber ku mazot biha ye nikarin veguhêzin.

Firinên taybet ji ber bihabûna mazotê sekinîne
15 îlon, 2026   14:31
QAMIŞLO

Hikumeta veguhêz 13`ê Îlonê sotemenî biha kir û niha lîtreyeke mazotê bi 17 û 500 lîreyê Sûriyeyê ye. Bihabûna mazotê bandor li hemû pêdiviyên xizmetguzariyê yên gel kir. 

Rêveberê Yekitiya Firinan a Qamişloyê Îsmaîl Derwîş ji ANHA`yê re got: "Îro hemû firin sekinîbûn, ji ber ku ard negihîşte wan. Daîreya Dexlan ji ber bihabûna mazotê nikare ard ji firinan re bişîne. Tenê li bajarê Qamişloyê 30 firin hene."

Daîreya Dexlan jî diyar kir: "Di depoyan de ard heye lê ji ber mazot biha ye, em nikarin ard ji Hesekê bigihînin Qamişloyê. Gerînendetiya Dabînkirinê ya Hesekê peyman bi xwediyên barhilgiran re çêkiriye û divê ew ard bigihînin firinan. Em tenê berpirsyariya firinên giştî radikin."

ANHA`yê xwe gihand Gerînendeya Dabînkirinê da ku sedema pirsgirêkê bizane lê Gerînendetiyê bersiv neda.

(np)

ANHA