Endamê Rojnewsê: Divê zexta ji bo berdana Silêman Ehmed berdewam be

Endamê Rojnewsê Baran Germiyan têkildarî Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK′ê ve hatiye revandin got: ′′ Divê gel bêdeng nemînin û li doza Silêman Ehmed xwedî derkevin.”

 Endamê Rojnewsê: Divê zexta ji bo berdana Silêman Ehmed berdewam be
17 mijdar, 2023   03:35
 QAMIŞLO

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed piştî wefata bavê xwe, ji bo sersaxiya malbatê hatibû Rojavayê Kurdistanê. Dema ew ji Rojava vedigeriya Başûr, li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat revandin.

Piştî revandina Ehmed, gelek dezgeh û saziyên çapemeniyê yên Rojava, Başûr û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên rojnamevanan ketin tevgerê û daxwaza eşkerekirina rewşa Ehmed û berdana wî kir. Ruxmî hemû bangawaziyan jî, PDK hê jî revandina Ehmed dewam dike.

Endamê ajansa Rojnewsê Baran Germiyan ku ji ajansa me re axivî, da zanîn ku hewldanên wan yên ji bo aşkarekirina rewşa Ehmed û dîtina wî bi rêya rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên rojnamevanan û parêzeran berdewam in û got, “Lê heta niha me nekariye wî bibînin. PDK bi her awayî rê li ber dîtina wî digire.”

Baran Germiyan, bal kişand ser nêzîkatiyên PDK`ê li hember rojnamevan û kesayetên welatparêz û wiha dewam kir: “Eger em vegerin ser dîroka PDK`ê, em dibînin ku di sala 1996`an de li navenda bajarê Hewlêrê komkujî li ser hejmarek welatparêz û rojnamevan kir, girtiyên din jî wek girtiyên Bahdînan girtin.” Baran Germiyan, revandina hevkarê wan Silêman Ehmed jî wekî berdewama wan siyasetan hesiband.

Baran Germiyan, îşaret bi “siyasetên hevseng” ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê kir û ev tişt anîn ziman: “Siyaseta ku li Bakurê Kurdistanê û li hundirê Tirkiyê li dijî azadîxwaz û rojnamevanan tê kirin, PDK li Başûr jî heman siyaseta dewleta Tirk dubare dike. Her kesê ku li dijî berjewendî, gendelî û siyaseta PDKê be dê were revandin, girtin û terorkirin.”

Baran Germiyan, hişyarî da û got: “Eger îro dixwazin Silêman Ehmed bêdeng bikin, sibe ew ê bibe welatiyekî din, sibê hemû gel tê tepisandin. Divê zextên rêxistinên mafên mirov û gel li dijî revandina Silêman Ehmed berdewam bin. Divê gel bêdeng nemînin û li doza Silêman Ehmed xwedî derkevin.”

 (c)

ANHA