Pereyên cotkaran nayên dayîn… Cotkar ji bo mewsima bê hişyariyê didin

Zextên darayî li ser cotkarên herêma Cizîrê zêde dibin. Li aliyekî din nîvê fatureyên wan ên berhemên genim bê serfkirin mane, buhayên pêdiviyên mesimê nû jî bilind in, ev dihêle ku ew ji bo kirîna tovan, semad, sotemenî û dayîna deynan bi awayekî demildest bi hacetî pereyên xwe yên mewsima borî bin.

9 cotmeh, 2026   06:50
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Acizî û gazincên cotkarên Çilaxa û herêma Aliyan a herêma Cizîrê, ji ber derengmayîna serfkirina fatureyên berhemê genim ê mewsimê borî ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve dewam dikin, ev yek di demekê de ku lêçûnên pêdiviyên çandiniyê zêde dibin de derdikeve holê, ev di dabînkirina pêdiviyên mewsima nû de zehmetiyan çêdike.

Cotkaran da zanîn ku ji sedî 50 fatureyên wan ên berhemên genim hîn nehatine serfkirin, ew ji ber kirîna tov, semad, sotemîn û dayîna kirya cotkirinê, her wiha dayîna deynên mewsimê borî bi hacetî pereyan e.

Ev mijar di demekê de ku sotemenî biha dibe rû daye, buhayên sotemeniyê herî dawî di 13`ê Îlonê de ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine bilindkirin, buhayê lîtreyeke mazotê bûye 175 lîreyên Sûriyeyê yê nû (17 hezar û 500 lîreyên berê).

Bilindbûna buhayên sotemenyê piştî destpêkirina çavdêriya hikumeta veguhêz a ji bo sektora sotemeniyê ya li herêma Cizîrê bi awayeke giştî rû da.

Beriya Îlonê Rêveberiya Xweser bi buhayeke guncaw, lîtreyeke mazot bi 25 sent (3 hezar û 200 lîreyên berê) dida cotkaran.

Li gorî cotkaran bilindkirina buhayên sotemeniyê bandor li lêçûnên cuda yên berhemên çandiniyê kir, lêçûna çandina zeviyan, ji bo hektarekî di sala borî de 25 dolar dihat dayîn, vê salê bû 50 dolar.

Buhayên tovên genim ên nerm bû 375 û yê genimê hişk bû 400 dolaran.

DERENGMAYÎNA FATUREYAN AMADEKARIYÊN MEWSIMA NÛ ASTENG DIKE

Ajansa me hevpeyvîn bi hejmareke cotkarên bajarê Çilaxa û gundewarên bakurê herêma Aliyan re pêk an.

Cotkar Elî Îbrahîm El Rehîl ê ji gundê Baqila yê başûrê Çilaxa da zanîn ku derengmayîn serfkirina fatureyan dihêle ku cotkar ji pereyên bê par bimînin û nikaribin dest bi amadekariyên mewsimê bê bikin.

El Rehîl diyar kir ku ev yek nahêle ku cotkar zeviyên xwe di dema guncaw de biçînin, ev jî bandoreke neyînî li mewsimê çandiniyê û berhemê bi awayeke giştî dike.

El Rehîl destnîşan kir ku pereyên berhemên genim jêdereke sereke ji bo dabînkirina pêdiviyên mewsimê nû ye, lê derengmayîn serfkirina wê û bilindbûna buhayan re dihêle ku cotkar nikaribin pêdiviyên xwe yên çandiniyê dabîn bikin.

El Rehîl da zanîn buhayên tov, sotemenî û kiriya cotkirina zeviyan bi awayeke mezin bilind bû, pereyên ku ji berhem derdikevin nema têra lêçûna çandina zeviyan dike.

ZÊDEBÛNA LÊÇÛNA ÇANDINÊ BARÊ COTKARAN GIRAN DIKE

Cotkarê bi navê Xesro Ehmed ê ji gundê Abirê diyar kir ku amadekariyên ku ji bo zeviyan tê kirin ê mewsimê bê daxwaza lêçûnên bi buhayên bilind dike.

Xesro Ehmed destnîşan kir ku derengmayîna serfkirina fatureyan dihêle ku cotkar deynan bikin û zeviyên çandiniyê kêm bibin, hinek jê jî wê zeviyên xwe ji bo mewsimê bê amade nekin.

Ehmed diyar kir ku ji ber ku çandiniyê girêdayî demên sînordar in, cotkar nikarin li benda başkirina buhayan û hatina pereyan bimînin, derengmayîna pêvajoyên çandiniyê bandorê li zeviyan dike.

Xesro Ehmed ji hikumetê xwest ku metirsiyên cotkaran li ber çavan bigirin, bi awayeke bi lez fatureyên wan ê mewsimê derbasbûyî serf bikin.

BANGÊN JI BO SERFKIRINA FATUREYAN

Cotkarê bi navê Mihemed Ebas Mirî yê ji gundê Sêrka daxwaz ji hikumetê kir ku bi awayeke bi lez fatureyên genim ê cotkaran serif bikin, ji bo mewsimê bê yê çandiniyê destekdayînê pêşbike, pêdiviyên berhem bi buhayên guncaw li gorî hêza cotkaran dabîn bike.

Mihemed Ebas Mirî da zanîn ku destekdayîna ji bo sektora çandiniyê divê li ser qonaxên cuda yê xebatê bê pêşkêşkirin, divê ji bo dabînkirina tovan, sotemenî, lêçûna çandinê û firotina berhem pêk were.

(sb)

ANHA