Koçberên vegeriyayî kon li ber malên xwe vedane

Şêniyên gundê El Derdara yê Til Temirê ji Kampa Waşûkanî vegeriyan gundê xwe lê vê carê kon li pêşiya malên xwe vedan û nikarin malên xwe lê bikin.

9 cotmeh, 2026   05:55
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Piştî 8 salan şêniyên gundê El Derdara yê Til Temirê vegeriyan warê xwe lê êşa wan a koçberiyê bi dawî nebû. Ew dîsa naçar man kon li pêşiya malên xwe yên wêrankirî vedin. Derfetên wan nîn in ku malên xwe lê bikin û demsala zivistanê nêz dibe.

Ji şêniyên gund Emîne Xelef Ebdo got ew ji konê xwe yê kampa Waşûkanî derketin û ew hatin ketin konê li pêşiya mala xwe vedane û wiha lê zêde kir: “Em ji kampê vegeriyan gundê xwe me dît hemû malên me wêran kirine, em neçar man dîsa kon vedin. Demsala zivistanê nêz dibe û em nizanin em ê çawa derbas bikin. Li kampê bi me re bûn alîkar lê niha em di rewşeke zehmet de ne. Zivistanê em ê di konan de bin û gelek ji kel û pelên me li derve mane.”

PIRSGIRÊKA KOÇBERAN ÇARESER NEBÛYE

Fatma El Ehmed jî got: “Em ji kampan derketin lê em hîna di bin konan de dijîn, malên me wêrankirî ne û cihekî me yê dîtir nîn e ku em biçinê û em di rewşeke zehmet de ne.”

Her wiha Kamila Xidir Seîd jî axivî û got: “8 salan em di bin konan de bûn û piştî em vegeriyan gundê xwe em dîsa ketin bin konan de. Em her tim nikarin nan û ava xwe peyda bikin. 4 keçên min hene û derfetên me nînin ku em mala xwe lê bikin. Me hêvî dikir em vegerin û destbi jiyaneke nû bikin lê em hîna di heman şert û mercan de dimînin û kesek nîne alîkariya me bike em mala xwe lê bikin.”

Zehra Yûnis Elûş û malbata xwe vedigerin gundê xwe, maleke wan a ji 2 odeyan pêktê heye, yek ode lêkirine ya dîtir jî nikarin lê bikin. Zehrayê alîkarî xwest û got: “Em spasiya hemû rêxistinên mafên mirovan dikin, ew li kamp Waşûkanî bi me re bûn alîkar lê em hîna di rewşeke zehmet de ne û derfetên me nînin ku em malên xwe lê bikin.”

Şêniyên gundê El Derdara piştî salên dirêj vegeriyan gundê xwe lê ew ketine xema zivistanê û derfetên wan nîn in ku malên xwe lê bikin û debara jiyana xwe bikin.

(np)

ANHA