Pêkhateyên Tirbespiyê: Êrişên dagirkeriyê îradeya me têk nabin

Şêniyên bajarê Tirbespiyê şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin şermezar kir û teqezî bi domandina têkoşînê da.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Êrişên dagirkeriyê îradeya me têk nabin
Pêkhateyên Tirbespiyê: Êrişên dagirkeriyê îradeya me têk nabin
Pêkhateyên Tirbespiyê: Êrişên dagirkeriyê îradeya me têk nabin
Pêkhateyên Tirbespiyê: Êrişên dagirkeriyê îradeya me têk nabin
Pêkhateyên Tirbespiyê: Êrişên dagirkeriyê îradeya me têk nabin
24 cotmeh, 2024   19:51
QAMIŞLO

Pêkhateyên bajarê Tirbrspiyê yê kantona Cizîrê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê şermezar kirin.

Xwepêşandanê ji pêşiya Şaredariya Gel dest pê kir û ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil ve bi rê ket. Li wir endama Kongra Star Xaliye Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefgirtina binesaziya herêmê û çavkaniyên jiyanê hewl dide îradeya gelê herêmê têk bibe û tola xwe ji wan hilîne.

 Rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêr Nalîn Hisên destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê dê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin û got: "Êrişên dagirkeriya Tirk îrade, yekitî û hevgirtina me têk nabin. Em ê hemû komployan têk bibin."

(mh)

ANHA