Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya 24 saetên dawî yên êrişan aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 24 saetên dawî aşkera kirin û diyar kir ku di encama van êrişan de 2 ji wan zarok 12 welatî şehîd bûn û yek ji wan zarokeke 3 salî 27 welatî birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya 24 saetên dawî yên êrişan aşkera kir
24 cotmeh, 2024   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir. 

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di nava 24 saetên dawî de artêşa Tirk a faşîst bi dehan navendên xizmetguzarî û jiyanî û gundên niştecihan bombebaran kirin.

QAMIŞLO:

Navenda genim (silo) û navendeke sivîlan ji aliyê balafirên bêmirov ve hatin bombekirin.

Tirbespiyê:

Qada petrolê ya Ûdê 6 caran li pey hev ji aliyê balafirên keşfê ve hat bombekirin, stasyona petrolê ya Seîdeyê jî 3 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Her wiha stasyona petrolê ya Babasî jî 5 caran li pey hev bi rêya balefireke bêmirov hate bombebarankirin, ji bilî wê jî benzînxaneyek bû hedefa balafira bêmirov.

AMÛDÊ:

Du caran stasyona elektrîkê ya Amûdê, du caran navenda firnê û 2 caran jî gundê Hasad jî bi rêya balafirên bêmirov hatin bombebarankirin.

DÊRIK:

kargehên gazê yên Siwêdiyê 2 caran ji aliyê balafirên bêmirov ve, kargeheke sivîlan jî 4 caran ji aliyê balafirên bêmirov ve hatin hedefgirtin.

RIMÊLAN:

Bîrên petrolê yên li Rimêlanê 11 caran hatin bombekirin, projeya çandiniyê ya sivîl jî bi balafirên bêmirov hate bombekirin.

TIL TEMIR:

Gundên tê de şênî hene (Til Werd Xerbî, Xirbet El Şaîr, Rebîat, El Tewîle, Til Tewîl, Um El Kêf,  El Ewce, Qebir Kebîr a Xerbî, Dawûdiyê) hatin hedefgirtin. 70 top û 15 topên hawanê.

KOBANÊ:

Stasyona elektrîkê ya li Kobanê 3 caran bi balafirên bêmirov hate bombekirin.

Firnek li Kobanê jî piştî du caran ji aliyê balafirên bêmirov ve hat bombebarankirin, careke din hat hedefgirtin û ji kar hat derxistin.

Her wiha depoyek xwarinê jî bû hedefa dronê.

EYN ÎSA:

Gundên Mişêrfa Şerqî, Kampa Eyn Îsa, Dewalib, Sîdon û Muelek hatin topbarankirin.

KANTONA EFRÎN Û ŞEHBA:

Bi awayekî sîstematîk gundên Til Rifetê, Şealê, Xirbet Şealê, Hirbil, Um El Qura, Um El Hoş, Şêx Îsa, Miniq û Tinibê bi zêdetirî 160 topên hawanê hatin armancgirtin.

Di encama bomberdûman û hedefgirtina dagirkeriya Tirk a faşîst de keçeke 3 salî jî di nav de 27 sivîl birîndar bûn û 2 jê zarok 12 sivîl şehîd bûn."

(fr)