Pêkhateyê Ereb bi QSDˈê re ye

Pêkhateya Ereb a ji bajaroka Ebû Fere, piştgiriya xwe ji şervanên QSD`ê ragihand û got ew ê her tim bi şervanên xwe re bin.

Pêkhateyê Ereb bi QSDˈê re ye
27 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên ji pêkhateya Ereb a bajarokê Ebû Fere yê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da ku herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete diparêze.

Hisên Ayîd destnîşan kir ku ew pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet pêkhateya Ereb piştgiriyê didin şervanên QSD`ê û wiha dom kir: “Ez berxwedana dîrokî ya şervanên ku niha li Bendave Tişrîn û Pira Qereqozaqê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin, silav dikim."

Hisên Ayîd diyar kir ku ew bi her awayî piştgiyê didin şervanên QSD`ê.

Necah Ayîd jî bi bîr xist ku tevahî pêkhateyên herêmê bi QSDˈê re ne û ev li gotinên xwe zêde kir: “QSD hebûna me diparêze û zarokên me ne. Ji me jinan were xwestin em ê mil bi mil li rex hêzên xwe bisekinin û welatê xwe ji dagirkeran biparêzin."

Ehmed El Hewar jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi her awayî dixwazin herêmê dagir bikin, lê şervanên QSDˈê berxwedaneke dîrokî didin meşandin û li ber dagirkeran digirin.

Ehmed El Hewar diyar kir ku ji her kesî xwestin ku di vê pêvajoyê de li kêleka hêzên xwe be, destekê bide wan û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin, wê tu carî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pişta şervanên xwe ber nedin, dê heta dawî li pişt wan bin."

(bb)

ANHA