‘Divê mafên jinan di Sûriyeya nû de werin mîsogerkirin’

Çalakvanên jin ên sûriyeyî diyar kir ku divê rol û mafên jinan di Sûriyeya nû de werin mîsogerkirin û tesmîla wan di biryargirtinê de hebe.

‘Divê mafên jinan di Sûriyeya nû de werin mîsogerkirin’
27 kanûn, 2024   05:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Çalakvanên jin ên sûriyeyî der barê girîngiya mîsogerkirina rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de û parastina mafên wan de ji ajansa me re axivîn.

Endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîham Mihemed bi bîr xist ku di dîroka Sûriyeyê de gelek jinên pêşeng û xwedawend mîna Zenûbiya ku li hemberî Împaratoriya Romayê li ber xwe da, derketin.

Rîham Mihemed diyar kir ku ji ber kiryarên piştaftinê yên ku beriya 2011ˈan li dij wan hatibûn kirin, jinan şoreşek ragihand û got: "Ev şoreş bi pêşengiya şehîdên mîna Arîn, Avesta, Hevrîn û bi hezaran jin û jinên ciwan ên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin, dest pê kir, lewra şoreş bi navê "Şoreşa Jinan" hat destpêkirin.”

Rîham Mihemed anî ziman ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê daxuyaniyên nûnerê polîtburoya Heyet Tehrîr El Şam Ubeyda Arnaût wek "bêmafiya li jinan" dibîne û ev li gotinên xwe zêde kir: "Me hêvî dikir ku daxuyaniyên wekî ˈjin beşek nayê parçekirin ji civakê yeˈ, ˈjinên sûriyeyî xwedî têkoşîneke dirêj e divê rêzgirtin li wan bê kirinˈ, me hêvî dikir ku gotiba divê hebûna jinan di hemû qadan de were pêşxistin, lê mixabin em matmayî man ku rola jinan paşguh kir û dûr xist."

Rîham Mihemed da zanîn ku nabe jin di qadên jiyanê de werin paşxistin û got: "Jinên bijîşk, endazyar, pêşeng û siyasetmendar in dikarin di hemû qadan de îsbat bikin, dikar çekê jî rakin. Tenê jin xwedî maf in ku behsa fîzyolojiya xwe bikin. Jinan di şoreşa xwe de îsbat kir ku dikarin her tiştî bikin."

Rîham Mihemed îşaret pê kir ku dûrxistina rola jinan nîşaneyeke belavbûna krîz û aloziyan li Sûriyeyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji alozî û tevliheviyan dûr in, ji ber ku jin ewlehî û aştî ye. Divê qanûn werin dayîn ku mafên jinan û werin mîsogerkirin da ku karibin cihê xwe biryargehan de bigirin.”

‘DIRÛŞMA SÛRIYEYA NÛ; JIN JIYAN AZADÎ’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Nêrgiz Bekir jî diyar kir ku projeya neteweya demokratîk mafên jinan û destekftiyan gelan parastin û li gorî rêgeza xweparastinê jî herêm ji şer li erdîngariya Sûriyeyê dûr xist.

Nêrgiz Bekir anî ziman jin hêmaneke bingeh ji bo siberoja Sûriyeyê ye û diyar kir ku ji avakirina hêza xweparastin heye dîplomasiya ku daxwazên gel ragihîne, jinan cihê xwe di hemû qadan; leşkerî, siyasî û aborî û hwd de girtine.

Nêrgizê destnîşan kir ku nêrînin hil aliyan ên li ser biçûkxistina rola jinan nayên qebûlkirin û xwest li gelek herêmên Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin were guhertin.

Nêrgiz Bekir bang li hemû jinan kir ku ji bo mîsogerkirina siberojeke pêşketî û demokratîk eniyeke yekbûyî ava bikin, ezmûna Rêveberiya Xweser û beşdariya jinan a bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî” esas bigirin.

(bb)

ANHA