'Îran dê xwe ragire û nakeve xefka êrişên ber bi şerekî herêmî veˊ

Profesorê dîroka nûjen diyar kir ku armanc ji hedefgirtina balyozxaneya Îranê ya Şamê ew e ku Îran ber bi şer ve bê kişandin, da ku baskên wê bi hevkariya rojava bên qutkirin.

'Îran dê xwe ragire û nakeve xefka êrişên ber bi şerekî herêmî veˊ
'Îran dê xwe ragire û nakeve xefka êrişên ber bi şerekî herêmî veˊ
'Îran dê xwe ragire û nakeve xefka êrişên ber bi şerekî herêmî veˊ
18 nîsan, 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Şerê Îsraîl û Hemasê ji zêdetirî 6 mehan ve didome û êdî ew ne tenê di navbera van her du aliyan de hatiye çarçovekirin. Tevî axaftina li ser agirbestekê, lê dîsa jî li ser erdê şer berfirehtir dibe da ku kom û dewletên Rojhilata Navîn û heta cîhanê jî bixe nava xwe û dibe ku veguhere şerekî cîhanî. 

 Profesorê dîroka nûjen ê zanîngeha Eyn Şems a Misrê Dr. Cemal Şeqra axivî û got: "Her agirbesteke Îsraîl tê vexwendin, ji bo jinûve danahevkirin û pêkanîna stratejiyeke taybet bi dagirkirina Refehê ye. Til Avîvê ji her agirbestekê sûdwar e. Dê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Ewropa çekan jê re bişînin."

Der barê hedefgirtina balyozxaneya Îranê ya li Şamê de Şeqra wiha got: "Ev êriş ji bo kişandina Îranê li nava şerekî ye, da ku baskên wê bi hevkariya DYAˊyê tevî Ewropa giştî bên qutkirin."

ˊÎRAN NAKEVE XEFKÊˊ

Şeqra wiha domand: "Îran nakeve vê xefkê. Kî têkiliyên Îran û Îsraîlê ji berî şoreşa Xumeynî ya 1979'an ve bişopîne wê bibîne têkiliya wan xurt û baş in. Di 1950'yan de Îranê Îsraîlê nas kir û koçberiya cihûyên iraqî ber bi Îsraîlê ve bi rêya Tehranê bû."

Şeqra wiha li gotina xwe zêde kir: "Piştî wê şoreşê têkiliya Îranê bi Îsraîlê re qut bû û ji hevkariyê veguherî dijminatiyê. Lê ev dijminatî xîtabî bû. Bi zêdebûna serweriya Îranê li Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê re metirsiya li ser Îsraîlê zêde bû û şer di navbera Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê, Hûsiyên Yemenê û Şîiyên Iraq û Sûriyeyê de derket. Îranê di şerê yekemîn ê Kendava Erebî de bi nêzî 500 mîlyon dolar çek ji Îsraîlê birin. Heta niha jî şerê Îranê tenê devkî ye. Lê belê piştî ku Îranê dest bi çêkirina çekên nûklerî kir û Îsraîlê li dijî balyozxaneya Îranê ya Şamê êriş pêk anî, aloziya Îsraîl û Îranê derbasî qonaxeke nû bû."

Şeqra diyar kir ku tiştê nû tenê êrişa rasterast a Îranê li dijî Îsraîlê ye, lê belê dê Îran xwe ragire û xwe nagihîne asta şerekî herêmî, ji ber ku şerê herêmî dê tevahî herêmê wêran bike.

ˊDI DAN Û STANDINÊN NAVBERA ÎSRAÎL Û HEMASÊ DE CUDAHIYEKE MEZIN HEYEˊ

Lêkolerê kar û barên Îranê Hanî Silêman diyar kir ku di dan û standinên navbera Îsraîl û Hemasê de cudahiyeke mezin heye, nexasim Hemas naxwaze şaştiya xwe ya agirbesta mirovî ya berê bi Îsraîlê re dubare bike.

Der barê hedefgirtina balyozxaneya Îranê ya li Şamê de Silêman got: "Armanc ji êrişa Îsraîlê ew e ku raya giştî mijûl bike û peyamekê bide Îranê û milîsên girêdayî wê ku ew aloziya xwe bi Îsraîlê re kûrtir nekin."

Silêman wiha domand: "Aliyê herî zêde ku sûd ji vê êrişê û ji rawestandina dan û standinên agirbestê wergirtiye Netanyahu ye. Bersiva Îranê hin zextên li ser Netanyahu kêm kirin û derfetek da wî ku tev bigere. Lê belê di encamê de pêkanîna agirbestê dê karê Îsraîlê bi dawî bike û hikumeta Îsraîlê têk bibe."

Silêman diyar kir ku aloziya Îsraîl û Îranê dosyeyeke dijwar e û got bersiva Îranê şanoyek e yanî sekineke nerasteqîn e. Lê belê aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de xwedî dîrokeke kevn e û bi rê û rêbazên cuda ye."

Silêman anî ziman ku aloziya Îran-Îsraîlê piştî demekê hat û piştî ku Îranê milîsên xwe li ser bingehên entîkê ava kirin û şeîtî di bedena welatên erebî de belav kirin pêk hat. Îranê her tim doza Filistînê weke ketina nava civaka erebî û gelên ereb bi kar dianî. Her wiha Îranê bi rêya belavkirina şeîtiyê civak parçe kirin, lê di dîrokê de Îranê tu sekneke xeternak û mezin li dijî Îsraîlê pêk neaniye, tenê Îranê bi dehan milîs ava kirin, civakên erebî hilweşandin mîna li Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê pêk aniye.

Silêman wiha li gotina xwe zêde kir: "Eger Îranê girîngî bida êrişa li dijî Îsraîlê, dê ji destpêka operasyona Tofana Eqsa ve êriş bikira nexasim ku armanca wê ya dîrokî têkbirina Îsraîlê ye. Lê belê hemû tevgerên nûnerên Îranê li Lubnan, Yemen û Iraqê tenê di qada raghandinê de man û tu guhertin di hevsengiyê de pêk neanîn."

'TU BERSIVDANEKE ÎSRAÎLÊ TUNE YE'

Silêman diyar kir ku vê tecrûbeyê durûtiya helwesta siyasî ya Îranê aşkera kir. Rast e gelek cudahî û nakokî hene, lê belê ew nagihîjin asta ku Îran bikeve şerekî rasterast li dijî Îsraîlê. Armancên wê yên din hene.

Silêman got: "Ez bawer nakim ku tu bersivdayîneke Îsraîlî hebe, ji ber ku di encama êrişa Îranê de tu zirarê leşkerî negihîşt Îsraîlê. Rast e ev êriş ne wek êrişên berê bû û êrişeke rasterast li dijî Îsraîlê bû, lê ew tenê propaganda bû û tu armancên leşkerî tune ne. Hemû balafirên bêmirov jî hatin xistin. Îranê xwest bi vê êrişê peyamekê bide komên girêdayî wê û gelê Îranê."

(mh)

ANHA