Cenazeyê wêjevan Fewziya El Mirî hat veşartin

Cenazeyê wêjevan Fewziya El Mirî li goristana gundê Til El Beya yê li rojhilatê Reqayê hat veşartin.

Cenazeyê wêjevan Fewziya El Mirî hat veşartin
Cenazeyê wêjevan Fewziya El Mirî hat veşartin
Cenazeyê wêjevan Fewziya El Mirî hat veşartin
Cenazeyê wêjevan Fewziya El Mirî hat veşartin
18 adar, 2024   14:59
REQA

Cenazeyê helbestvan û wêjevan Fewziya El Mirî ku duh di 76 saliya xwe de wefat kiribû bi merasîmekê hat veşartin. Endamên Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hejmareke helbestvan û wêjevanên ji Reqayê beşdarî merasîm bûn.

Girse cenazeyê Fewaziya El Mirî ji pêşiya mala birayê wê ya li taxa Cimêlî ya bajarê Reqayê wergirt û li goristana gundê Til El Beyayê spart axê.

(bb)

ANHA