PDK’ê li Balekayetî rojnamevanek destgîr kir

Hate ragihandin ku rojnamevan û çalakvanê diyar ê herêma Balekayetî û Çomanê Têkoşer Hisên, îro piştî ji aliyê Asayîşa Çomanê ve hate bangkirin, li ser navê lêpirsînê hate destgîrkirin û piştre ji bo Asayîşa Soran hate veguhestin.

PDK’ê li Balekayetî rojnamevanek destgîr kir
1 sibat, 2024   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, rojnamevan û çalakvanê diyar ê herêma Balekayetî û Çomanê Têkoşer Hisên, îro piştî ji aliyê Asayîşa Çomanê ve hate bangkirin, li ser navê lêpirsînê hate binçavkirin û piştre ji bo Asayîşa Soran hate veguhestin.

Malbata Têkoşer Hisên ragihand ku heta niha sedema binçavkirinê nizanin û ji bilî veguhestina Asayîşa Soran ti agahî derbarê wî de ji wan re nehatiye ragihandin.

Her wiha malbatê destnîşan kir ku biryar bû di saet 17:00’an de Têkoşer Hisên bihata berdan, lê heta niha ti agahî jê negirtine.

Têkoşer Hisên ji malbatek Kurdperwer û xwedî çend şehîdan e.

Hêjayî gotinêye ku li Herêma Kurdistanê girtin, revandin û kuştina rojnamevan, çalakvan û azadîxwazan her ku diçe zêdetir dibe. Hîna girtiyên Behdînanê bi hincet û tometên ne rewa di girtîgehê dene. Her wiha 100 roj e bi tu awayî agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin nayê wergirtin.