Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb

Fermandar Şervan Heleb piştî rûniştina yekemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re, bê teredud tev li tevgerê bû û ji nifşên bê re mîraseke şoreşgerî ya zêdetirî 30 salan hişt.

Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
Hevdîtinek û têkoşîna 31 salan: Şervan Heleb
2 sibat, 2024   02:36
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Şervan Heleb (Hesen Bekir) li gundê Mosako yê navçeya Raco ya bajarê Efrînê sala 1971`an ji dayik bûye.

Xwendina xwe ya seretayî li dibistana gund temam kiriye. Xwendina navîn jî li navçeya Racoyê qedandiye. Ji ber ku bi doza gelê xwe ve girêdayî ye, gelek pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan diwîne ku bi awayekî mezin bandor lê kir û encamên wê dûre diyar bûn. Li ser wê esasê dev ji xwendinê berdide û tev li têkoşîna azadiyê dibe.

Hesen Bekir ji biçûkahiya xwe ve, pêşeng bû û nakokiyên di navbera birayên wî de derdiketin, çareser dikirin. Ji xwezayê hez dikir, dar û kulîlkên li baxçeyê malê av didan û lê miqate dibû. Mîna piraniya gelê Efrînê, zeytûn di dilê Hesen Bekir de xwedî cihekî taybet bûn.

Di ciwantiya xwe de bi baldarî hevalên xwe hildibijartin, bi taybet ên ku lêhûrbûnên wan li ser dozên rizgariyê hebûn.

Sala 1990`î her çi qas xwe da alî, lê dîsa jî neçar ma biçe leşkeriya neçarî ya hikumeta Şamê.

Di destpêka salên 1990`î de, Hesen Bekir tevî xwişka xwe Fatme diçin Lubnanê û li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz, Rêber Abdullah Ocalan nas dike û biryarê dide ku tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bibe û navê Şervan Heleb li xwe kir. Dûre di sala 1993`yan de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û têkoşîna azadiyê li her çar parçeyên welat û qadên Botan, Dêrsim, Çewlik, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne.

Tevlêbûna fermandar Şervan Heleb, rê li pêşiya gelek kesên nêzî wî û malbatê vedike da ku tev li têkoşîna azadiyê bibin.

Zavayê Şervan Heleb û bavê şervan Bekir, Omer (Mihemed Elîko) sala 1995`an tev li tevgerê bû û sala 1999`an li çiyayê Cûdî di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibe.

Sala 2000`î piştî ragihandina şehadeta Omer, birayê wî Egîd Elîko tev li tevgera rizgariyê bû û heta 13 salan tê koşiya û sala 2014`an di berxwedana dîrokî ya bajarê Kobanê de şehîd bû.

Beriya şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salekê, fermandar Şervan Heleb sala 2011`an vegeriya Rojava û cihê xwe di şerên li hember çeteyên DAIŞ`ê yên sala 2016`an êriş taxa Şêxmeqsûd a Helebê de girt. Dûre sala 2018`an tev li pêngavên rizgarkirina Dêrazorê ji DAIŞ`ê bû û di heman salê de cihê xwe di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de girt.

BAWERIYA BI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Fermandar Şervan Heleb bi kûrahiya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bawer dikir, ji ber wê di şert û mercên herî dijwar de li kêleka gel bû.

Xwarziyê Şervan Heleb Bekir Elîko ku sala 2020`an tev li YPG`ê bûye, têkildarî xalê xwe wiha axivî: "Li gelek herêman tê koşiya, şûnek wisa hişt ku qet nayê jibîrkirin. Wê her tim di bîr û dilê me de zindî be."

Têkildarî têkiliya xurt a di navbera şehîd Şervan Heleb, gel û malbatên şehîdan de Bekir Elîko got: "Ji ber ku dilnizm û dilovan bû, biçûkan berî mezinan jê hez kir. Serdana malbatên şehîdan, ji xebatên wî yên herî girîng bûn. Beşeke budçeya leşkerî ji bo peydakirina pêdiviyên wan veqetandibû."

Elîko wiha pê de çû: "Ji ber ku şehîd Şervan li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûbû, ji tevahî pirsgirêkan re çareserî didîtin. Xatirê kesekî nedişikand. Zîrek û jêhatî bû. Pêşengiya eniya berxwedanê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sala 2016`an kir, qet paşde gav neavêt û êrişên çeteyan têk birin."

Elîko îşaret bi rêbaza ku xalê wî pê moralê hevalên xwe yên li eniyê bilind dikir, kir û got: "Şehîd Şervan her tim digot bi manewî bi tevgerê ve bên girêdan, madî ne li gorî me ye. Doza me exlaqî ye. Min cenazeyên hevalên xwe ji cihekî birin cihekî din li çiyayan, min li ser milê xwe ew rakirin. Ez ê çawa dem û canê xwe fedayî tevgerê nekim!"

Elîko di dawiyê de got: "Em ji şehîd Şervan, fêrî hezkirinê bûn. Wî hezkirin di dilê me de çand. Hişt em ji hev hez bikin. Di xweşî û nexweşiyê de û di şer û aştiyê de, di şahî û şînan de piştgiriya hev bikin. Bi hezaran dê rêya wî temam bikin."

TAYBETMENDIYÊN PÊŞENGIYÊ

Xwarziya şehîd Şervan Nebîhe Elîko jî wiha behsa xalê xwe kir: "Zîrek bû, xwedî bîreke xurt bû. Ji ber ku ji azadiyê û partiyê hez dikir, tev lê bû. Berê xwe Lubnanê û li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz tev li dewreyên perwerdeyê û jê şervanekî aşiqê welat û Rêberê xwe derçû."

Şervanê YPG`ê Azad Heleb ê ku sala 2012`an şehîd Şervan nas kiriye, got: "Tu gotin nikare şehîd Şervan pênase bike. Fermandarekî rastîn bû. Bi biçûkan re biçûk bû û bi mezinan re mezin bû."

Der barê wesîyetên şehîd Şervan Azad got: "Her tim digot, têkiliya bi gel re qut nekin. Ji ber wê di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê sala 2016`an de, gelê li dora me kom bû, biçûk û mezin çek rakir û piştgiriya me kir."

Azad Heleb wiha domand: "Dema dinê li serê me teng dibû, tenê bi bihîstina dengê wî, yê zîz ew tengavî derbas dibû. Me hîz û vîna xwe jê digirt. Mîna çiyayekî bû ku me her tim xwe dispart wî. Em wisa perwerde dikirin divê fermandar her tim li pêş be ji bo ku şervanên xwe biparêze."

Azad ev li gotinên xwe zêde kir: "Piraniya dema xwe ji hevalan re vediqatand ji bo ku bi wan re nîqaş bike. Qet bi rihetiya xwe nedifikirî. Dikarî dîroka her kesekî nas bike û kesayetê analîz bike. Em ê jî rêya wî berdewam bikin heta ku Kurdistanê rizgar bikin."

Dayika şehîd Cûdî ku li Efrînê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk de şehîd bûye û li ber destê şehîd Şervan perwerde bûye, Leyla Horo got: "Sala 2012`an min şehîd Şervan nas kir. Ruxmî ku kar û xebatên wî yên leşkerî gelek bûn, lê dîsa jî piraniya dema xwe ji bo serdana malbatên şehîdan diyar kiribû, li halê wan dipirsî, li gazincên wan guhdar dikir, şîret li wan dikir ku rêya zarokên xwe berdewam bikin."

Ji ber ku eleqedariyeke mezin nîşanî zarokên şehîdan dida, di nava zarokan de bi bapîr dihat naskirin, der barê vê de Leylayê got: "Kengî serdana malbata şehîdek bikira, zarok hemêz dikirin. Ji ber ku di wan de pêşerojek û welatekî azad didît. Dixwest tevgerê bi wan bide nasnadin ji bo ku kesayeteke xwe ya xurt ava bikin û bikarin rêya rast di jiyanê de hilbijêrin."

10`ê Çileyê şehîd Şervan Heleb di encama nexweşiyê de şehîd bû. Bi merasîmeke girseyî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku roleke mezin di avakirina Parka 4`ê Nîsanê û parka zarokên şehîdên Berxwedana Serdemê de lîstiye, hate oxirkirin.

(şx)

ANHA