Ava çemê Cexcex ji ber êrişan qirêj bûye

Komîteya awarte ya ji Meclisa Navçeya Til Birakê ava bûye bendên astengkirina herikîna ava çemê Cexcex danîn da ku petrola diherike avê asteng bikin.

Ava çemê Cexcex ji ber êrişan qirêj bûye
Ava çemê Cexcex ji ber êrişan qirêj bûye
Ava çemê Cexcex ji ber êrişan qirêj bûye
Ava çemê Cexcex ji ber êrişan qirêj bûye
Ava çemê Cexcex ji ber êrişan qirêj bûye
Ava çemê Cexcex ji ber êrişan qirêj bûye
1 sibat, 2024   19:55
HESEKÊ

Di bombebaranên balafirên dewleta Tirk a dagirker li stasyonên petrolê de petrola xam diherike ava çemê Cexcex ê li Qamişloyê. Bi wê yekê xeteriyekê li ser tenduristî, jîngeh, rûberên çandinî û dewlemendiya sewalvaniyê ku pişta xwe didin ava çemê çêdike.

Meclisa Navçeya Til Birakê ya Kantona Cizîrê komîteya awarte bi hevkariya Desteya Çandinî û Avdanê û Nivîsgeha Danayên Avê ya Rêveberiya Xweser re bendên astengkirina herikîna petrolê li ser çemê Cecex, danîn.

Der barê mijarê de meclisa navçeyê daxuyanî da. Hevseroka meclisê Sîmav Etê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji çend mehan ve dewleta Tirk a dagirker avahiyên aborî, binesaziyên herêmê, bîrên petrolê û boriyan bombebaran dike, di encamê de petrola xam diherike ava çemên derdorê, ji wan jî çemê Red ku yek ji şaxên çemê Cexcex e ê dikevin benda Xabûrê.

Di daxuyaniya meclisê de hate diyarkirin ku li gorî wê Meclisa Navçeya Til Birakê, saziyên wê ji gerînendetiya çandinî û şaredariyan bi hevkariya şênî, cotkar û komînan li gorî derfetên heyî bend li ser çemê danîn da petrol kom bibe û piştre çemê paqij bikin û vegerînin şîrketa petrolê ya Rimêlanê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin divê gel li hember dewleta Tirk a dagirker hevgirtî be, da ku planên wê têk bibe.

(fr)

ANHA