Li Amûdê ji bo xwedîderketina li dîlgirtiyan pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hatin betalkirin

Meclisa Bajarê Amûdê ragihand ku ji bo piştgiriya malbatên dîlgirtiyan ew şahiyên 1'ê Gulanê betal dike.

30 nîsan, 2026   14:10
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Amûdê bi boneya 1’ê Gulanê û bi daxwaza serbestberdana dîlgirtiyên ji aliyê hikumeta demkî ve hatine ragirtin, çalakiyek li Çerxerêya Jina Azad li dar xist. Di çalakiyê de malbatên dîlgirtiyan jî amade bûn û pankartên wekî "Dîlgirtiyên me rûmeta me ne", "Bimire xedr û xiyanet", "Dîlgirtî xeta sor in", "Em ne dîlgirtî ne, em dîlgirtiyên xiyanetê ne" hatin vekirin û dirûşmên "Em dîlgirtiyên xwe dixwazin" û "Bijî bijî Rojava" hatin berzkirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka Nivîsgeha PYD'ê ya bajarê Amûdê Tariq Deqorî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li tevahî karkeran hat pîrozkirin û hate gotin: “Em her sal 1'ê Gulanê bi şahiyan pîroz dikin, lê îsal ji berpirsyarên me yên exlaqî û welatparêzî, ji bo piştgiriya dîlgirtiyên me yên di girtîgehên hikumeta demkî de, her wiha ji bo em balê bikişînin ser doza wan a adilane, em tenê vê boneyê bi bîr tînin. Dîlgirtiyên me ne kaxeza bazara siyasî ne, lê doza rûmetê ye ku nabe pê were lîstin an were bikaranîn.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wefadariya rasteqîn a bi dîlgirtiyan re bi parastina doza wan û xebata ji bo azadiya wan pêkan e.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em Cejna Karkeran a Cîhanê pîroz dikin, bejna xwe li hember hemû kesên ji bo azadiyê berdêl dane ditewînin. Em soza xwe nû dikin ku em ê têkoşîna ji bo avakirina civakeke demokratîk a adilane bidomînin.”

(bb)

ANHA