4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di pevçûna navbera hêzên Şamê û çeteyan li bakurê rojavayê Sûriyeyê de 170 kes hatin kuştin.

4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
4 nîsan, 2024   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di êrişeke sekvaniyê ya çeteyên "El Fetih El Mubîn" li Kebînê ya bakurê Laziqiyê de 3 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin. Her wiha li gundê Şêx Eqîl ê rojavayê Helebê leşkerekî din ji aliyê çeteyan ve hat kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku di 141 êrişên bejayî li bakurê rojavayê Sûriyeyê de ji destpêka 2024'an ve 170 kes hatin kuştin û 112 jî birîndar bûn.

(mh)