Partiyên siyasî bilindkirina buhayê mazotê rexne kirin

Partiyên siyasî zêdekirina buhayê mazotê li Hesekê, rexne kir û der barê bandorên wê yên li ser şert û mercên jiyanê de hişyarî dan. Partiyan daxwaza betalkirina biryarê kir.

Partiyên siyasî bilindkirina buhayê mazotê rexne kirin
15 nîsan, 2026   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyekê de ku îro hat weşandin, partiyên siyasî biryara bilindkirina buhayê mazotê li parêzgeha Hesekê ku buhayê her lîtreyekê bû 75 sent, rexne kir û diyar kirin ku ev gav dê bandoreke neyînî li ser şert û mercên jiyanê bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar nîşan dide ku encam û bandorên wê berçav nehatine girtin û destnîşan kir ku biryar dê bibe sedema zêdebûna tevlhevî û aloziyê li welêt.

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku ev zêdebûn dê bibe sedem ku lêçûnên jiyanê zêdetir bibin, ji ber dê bihayên kelûpel û bilind bibe û dê bandorê li hêza kirînê bike û aloziyên di navbera hikumet û gel de zêde bike

Partiyan li ser bandorên biryarê yên li ser rewşa aborî û civakî hişyarî da û bal kişand ser îhtîmala zêdebûna aloziyên din.

Di dawiyê de, partiyên siyasî ji hikûmeta demkî xwestin ku biryarê ji nû ve binirxîne û tedbîrên ku şert û mercên jiyanê baştir dike, bigire. Her wiha ji rêveberiya xweser xwesti ku biryrê bicîh neyne û li ser dîtina çareseriyên alternatîf bixebite.

Partiyên ku daxuyanî daye ev in: Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî, Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya, Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK), Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çaksaziyê-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokrat, Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK), Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Partiya Muhafizkaran, Partiya Têkoşîna Demokrat, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Partiya Guhertina Demokratîk, Partiya Yekitiya Suranî, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî), Tevgera Çepir a Şoreşgerî li Sûriyeyî, Partiya El Weten El Sûrî, Partiya Kombûna Sûrî ya Demokratîk, Şepêla Sûrî ya Demokratîk, Partiya Guhertinê û avakirina Sûriyeyê, Yekitiya Ermenî.