Li Şamê di şewatê de 5 zarok mirin

Li bajarokê Dêr El Hecer ê Şamê agir bi 2 konan ket û di encamê de 5 zarok mirin û jinek û mêrek birîndar bûn.

Li Şamê di şewatê de 5 zarok mirin
15 nîsan, 2026   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ragihand ku nîvê şeva Sêşemê, li bajarokê Dêr El Hecer ê li başûrê Şamê, agir bi 2 konan ket û di encamê de 5 zarok mirin û jinek û mêrek birîndar bûne.

Rêveberiya Awarte û Karesatan a Gundewarên Şamê diyar kir ku şewat ji ber bikaranîna sobeyekê di hundirê kon de çêbûye.

(k)