Ciwanên Dirbêsiyê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Ciwanên Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist û diyar kir ku ew ji bo aştî û têkbirina komployên li dijî gelê Kurd û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê didomînin.

Ciwanên Dirbêsiyê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Dirbêsiyê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Dirbêsiyê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Dirbêsiyê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Dirbêsiyê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Dirbêsiyê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
8 cotmeh, 2026   22:48
HESEKÊ

Bi dehan ciwanên ji Dirbêsiyê bi amadebûna endamên sazî, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş ji pêş Navenda Ciwanan heta bi Çerxerêya Cedeliyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi diruşmên “Bê Serok Jiyana Nabe” hatin hildan.

Li çerxerêyê meş veguherî mîtîngê. Li vir ciwana bi navê Fereh Hesen Komploya Navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku komplo li dijî vîna gelan û têkoşîna wan a di oxira azadiyê de bû.

Fereh got: “Tiştê îsal li herêmê pêk hatiye komploya duyemîn li dijî destkeftiyên gelê Kurd bû. Îro jî hemû alî hewl didin fitneyê derxin û di nava gelan de bi rêya şerê taybet şer derxin.”

Fereh bang kir ku di qonaxa nû de li gorî Pêvajoya Aşît û Civaka Demokratîk û xebata li ser parastina destkeftiyên şoreşê û parastina mafên rewa yên gelê Kurd de li kêleka daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Meş bi diruşma “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

(f)