Partiya Sûriyeya Pêşerojê rewşa siyasî ji xelkê Dêrazorê re şîrove kir

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi paneleke  rewşa siyasî ji xelkê Dêrazorê re şîrove kir.

27 mijdar 2023   20:36
DÊRAZOR

Panel li bajarokê Siwer ê bakurê Dêrazorê hat lidarxistin. Sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Dawûd û serokê partiyê Ebid Hamid El Mihbaş û endamên partiyê ya Dêrazorê, nûnerên meclisên xwecih û sivîl û rûspiyên herêmê beşdar bûn.

Di serî de El Mihbaş  rewşa siyasî nirxand û got: "Li herêmê hemwextî serhildana gelan a li dijî pergalên zordest guhertinên dîrokî pêk tê. Projeya Rêveberiya Xweser jî projeyeke niştîmanî ye û armanca wê Sûriyeyeke nenavendî ye."

El Mihbaş destnîşan kir ku dewletên destwerdanê li krîza Sûriyeyê kiriye mîna Rûsya, Îran û Tirkiye krîz kûrtir kirin û wiha domand: ′′Ev dewlet tenê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li ser xaka Sûriyeyê dixebitin. Di destpêka krîzê de gelê Sûriyeyê hembêz kir, lê niha wî diqewitîne, beşek mezin ji xaka Sûriyeyê dagir kir û binesaziya wê talan kir."

El Mihbaş li dijî êrişan banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.

Di panelê de hate gotin, li hemberî guhertina demgorafîk berxwedan mafekî rewa ye. Her wiha hate diyarkirin ku ji bo rizagarkirina deverên dagirkirî divê rêbazên qanûnî werin pêşxistin.

 (mh)

ANHA