Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin

Li navçeya Çilaxa û bajarê Tebqayê salvegera damezirandina PKK′ê bi coş hat pîrozkirin.

Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin
Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin
Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin
Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin
Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin
Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin
Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin
Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin
Li Çilaxa û Tebqayê 27′ê Mijdarê bi coş hat pîrozkirin
27 mijdar 2023   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên navçeya Çilaxa ya herêma Cizîrê û şêniyên Tebqayê salvegera PKK′ê pîroz kir.

ÇILAXA

Şêniyên navçeya Çilaxa û gundewarên wê li hola Roj salvgera damezirandina PKK′ê pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de endamê PYD′ê Hisên Fayîq axivî, salvegera PKK′ê li Rêber Abdullah Ocalan, gerîla, gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê pîroz kir. 

Hisên got, dê destkeftiyên şehîdan biparêzin û têkoşînê berdewa bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Piştre nameya deng a Rêber Abdullah Ocalan a der barê damezirandina PKK′ê de hat guhdarkirin.

Hevseroka Meclisa Navçeya Çilaxa Nicûda Faris bi navê Kongra Star axivî û ev bone li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir.

Nicûda Faris anî ziman ku bi saya PKK û ramanên Rêber Abdullah Ocalan jinan azadiya xwe bi dest xist.

Pîrozbahî bi stranên koma Serdar Birojê û koma Behzad bi dawî bû. Li ber stranan govend hatin gerandin.

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê jî bi heman boneyê şahiyek li dar xist.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Hind El Elî salvegera damezrandina PKK′ê pîroz kir û got: "45 sal derbas bûn, têkoşîn dê berdewam bike ta serkeftin pêk were û bi rêya projeya Rêber Abdullah Ocalan civakeke demokratîk ava bibe."

Piştre hunermend Zîlan El Omer, Yasmîn El Mihemed û Raman El Mihemed stran gotin. Beşdaran li ber stranan govend gerandin.

(bb)

ANHA