Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê panelek li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarokê Kîsa yê rojavayê Dêrazorê der barê pêşdeçûnên siyasî yên dawî li qada Sûriyeyê panelek li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê panelek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê panelek li dar xist
16 mijdar, 2023   19:33
DÊRAZOR

Di panelê de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd, serokê partiyê Ebid Hamid El Mihbaş, endamên partiyên yên Dêrazorê, gelek nûnerên meclisên sivîl û rûspiyên herêmê beşdar bûn.

Di panelê de Ebid Hamid El Mihbaş li ser rewşa siyasî axivî û got bi serdhildana gelan li dijî rejîmên desthilat re herêmê di veguherîneke dîrok û çarenûsî re derbas dibe û projeya Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û armanca wê pêkanîna nenavendiya li Sûriyeyê ye.

El Mihbaş behsa gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bang li pêkhateyên herêmê kir ku li dijî êrişan hevgirtî bin û bisekinin.

Di dawiya panelê de teqezî bi mafê berxwedanê weke rêbazeke rewa li hember guhartinên demografîk û piştgiriya hemû rêbazên qanûnî û siyasî ji bo vegerandina herêmên dagirkirî hate kirin.

Ev panel nîşan dide Partiya Sûriya Pêşerojê bi şopandina rewşên siyasî û parstina mafên gelê Sûriyeyê li hember astengiyên heyî pabend e.

(fr)

ANHA