QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne

Di çarçoveya Operasyona ′Xurtkirina Ewlehî û Îstîqrarê′ ku QSD′ê li Dêrazorê ji bo têkoşîna li dijî gendelî û têkbirina diyardeya qaçaxçiyê daye destpêkirin de, mîqdareke boriyên blastîkî yên ji bo derbaskirina sotemeniyê ji rojavayê Dêrazorê bo herêmên hikumeta Şamê hatin girtin.

QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne
QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne
QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne
QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne
QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne
QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne
QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne
QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne
QSD′ê têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya sotemeniyê didomîne
16 mijdar, 2023   19:52
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên nûçegihanê me parve kirine, di dewriyeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li deriyên çemê û têkoşîna li dijî kiryarên qaçaxçiyê de boriyên taybet bi veguhastina sotemeniyan hatin girtin. Dê bi rêya deriyên çemê sotemenî derbasî herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê yên li aliyê din ê çemê Firatê de bihata kirin. 

QSD′ê di operasyonên xwe yên xurtkirina ewlehî û îstîqrarê li gundewarên Dêrazorê de û sînordarkirina kiryarên qaçaxçiyê dewam dike.

Di 7′ê Mijdarê de, hêzan li herêmên Cinîne, Hîsan, Mihêmîde, Zixêr, Kebir, Hermoşiye, herêma Cidêd Begara, herêma Cidêd Igêdat, Zîban, Ebû Hemam, Xeranîc û Baxoz ên li rojhilatê Dêrazorê de mîqdareke din a boriyan girt.

ANHA