Ji Urdunê zelalkirina têkildarî êrişa li başûrê Sûriyeyê

Çavkaniyekî Urdunî diyar kir ku êrişa li başûrê Sûriyeyê avahiyeke ku çeteyên DAIŞ’ê tê de veşartîbûn hedef girt û di encamê de 4 sivîl di koneke derdorê de hatin kuştin.

Ji Urdunê zelalkirina têkildarî êrişa li başûrê Sûriyeyê
27 cotmeh, 2026   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî Urdunî da zanîn ku di êrişa Hêzên Çekdar ên Urdunê ya şeva duşemê ya li başûrê Sûriyeyê de avahiyeke tê de çeteyên DAIŞ’ê veşartîbûn hedef girt, lê kesên di konekê derdora wê de bû hatin kuştin.

Çavkanî anî ziman ku di konê de dayika çeteyekî û 3 zarokên birayên wî hebûn û bi hêza êrişê de ew 4 kesên di bin kon de hatin kuştin.

Çavkanî destnîşan kir ku balafirên şer ên Urdunê duşemê li başûrê rojhilatê Sûriyeyê êrişek pêk anîbû û diyar kiribû ku nuqteyên rêxistinên terorîst hedef girtin.

(f)