​​​​​​​Ji bo şervanê YPG`ê Bahoz Heleb merasîma sersaxiyê

Di merasîma sersaxiyê ya şervanê YPG`ê şehîd Beşar Bekir (Bahoz Heleb) de soza mezinkirina têkoşînê û şopandna rêya şehîdan hat nûkirin.

21 cotmeh, 2023   13:22
ŞEHBA
Şervanê YPG′ê Beşar Bekir (Bahoz Heleb) 15 ′ê Cotmehê li Dêrazorê di dema amadekariya operasyoneke li dijî şaneya çeteyên DAIŞ’ê de ji ber qezayê şehîd bibû.

Meclisa malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba ji bo şehîd Beşar Bekir (Hozan Heleb) merasîma sersaxiyê li dar xist. Konê sersaxiyê yê ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan lê hatibûn daliqandin, li parka gundê Ehdasê hat vegirtin.

Bi sedan koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û jinan beşdarî merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Reşîd axaftin kir. Reşîd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bi van gotinan bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ`ê re: “Dewleta Tirk ku avakara çeteyên DAIŞ`ê ye, bi planên xwe hewl dide gelê Kurd tune bike. Em gelê ku li ser fikr û ramanên Rêber Apo mezin bûn, soz didin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin û li ser şopa wan bin.”

Endama Meclisa Navçeya Ehdasê Hecar Hisên jî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em ê tola şehîdên xwe hildin. Ji bo têkbirina van planên dijber divê em hevgirtin û yekitiya hemû pêkhateyên xwe xurttir bikin.”

Biyayê şehîda Bahoz Heleb û şervanê YPG'ê Xelîl Bekir jî li ser navê malbatê axaftinek kir û soza mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan nû kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

(zş/c)

ANHA