Li 2 gundên Tirbespiyê şewat: Zêdetirî 100 donim erd şewitî

Li gundên Sehil û Sîha yên Tirbespiyê agir bi pûş ket. Agir zeviyên nehatine çinîn jî dan ber xwe û nêzî 100 donim erd şewitî.

Li 2 gundên Tirbespiyê şewat: Zêdetirî 100 donim erd şewitî
20 hezîran, 2026   15:52
QAMIŞLO

Li gundên Sehil û Sîha yên bajarokê Til Marûf ku nêzî 15 kîlometreyan dûrî bajarê Tirbespiyê ye, agir bi pûş ket.

Agir qadên çandiniyê yên nehatine çinîn jî dan ber xwe. Tîmên agirkujiyê bi desteka şêniyan hewl didin agir vemirînin.

Sedemên şewatê hîna nehatine zanîn, lê li gorî gundiyan, heya niha zêdetirî 100 donim zeviyên neçinandî şewitîne.

(bb)