Şehîd Îsa Hiso li ser gora wî bi bîr anîn

Ji pêşengên Şoreşa Rojava û damezrînerên PYD‘ê Îsa Hiso di salvegera 13‘emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Şehîd Îsa Hiso li ser gora wî bi bîr anîn
Şehîd Îsa Hiso li ser gora wî bi bîr anîn
Şehîd Îsa Hiso li ser gora wî bi bîr anîn
Şehîd Îsa Hiso li ser gora wî bi bîr anîn
Şehîd Îsa Hiso li ser gora wî bi bîr anîn
Şehîd Îsa Hiso li ser gora wî bi bîr anîn
Şehîd Îsa Hiso li ser gora wî bi bîr anîn
Şehîd Îsa Hiso li ser gora wî bi bîr anîn
30 tîrmeh, 2026   22:01
QAMIŞLO

Ji pêşengên Şoreşa Rojava û damezrînerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îsa Hiso 30‘ê Tîrmeha 2013‘an di encama teqîna bombeyekê ku di erebeya wî de hatibû bicihkirin, şehîd bû.

Bi wesîleya salvegera 13‘emîn a şehadeta wî, Meclisa PYD‘ê ya bajarê Qamişloyê merasîma bîranînê li ser gora wî ya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.  Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka PYD‘ê Perwîn Yûsif axivî. Perwîn Yûsif di kesayeta şehîda Îsa Hiso de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Em hemû dizanin ku gelê Kurd her tim bi şoreşa xwe re ye û gav paşde neavêtiye û her tim li hemberî planên dijmin disekine. Armanca dijmin ji şehîdxistina heval Îsa Hiso lawazkirina şoreşê bû."

Perwîn Yûsif diyar kir ku ew bi projeya neteweya demokratîk ve girêdayî ne û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Bi saya keda şoreşgeran û ramanên Rêber Abdullah Ocalan destkeftî hatin bidestxistin. Hedefgirtina heval Îsa jî hedefgirtina projeya demokratîk e. Êrişên ku têne kirin destkeftiyên hatine bidestxistin dikin armanc."

Ji rêveberên Desteya Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl Îbrahîm jî bi xêrhatina beşdaran kir û şehîd Îsa Hiso bi bîr anî.

Îbrahîm bi bîr xist ku şehîd Îsa Hiso jiyana xwe xistibû xizmeta gelê xwe û di encama komployekê de hat şehîdxistin.

Her wiha da zanîn ku şehîd Îsa tevî ku ji aliyê rejîma Baasê ve dihat girtin jî lê dest ji têkoşînê bernedida.

Kurê şehîd Îsa Hiso, Abdullah Hiso jî got: "Çeteyan di êrişa li ser bavê min de xwestin armancên şoreşê, ramanên Rêbertî û xeta şehîdan bikin hedef. Wekî malbat em ê di nava şoreşê de bin û xeta şehîdan bidomînin."

(bb)

ANHA