Mazlûm Ebdî cejna Ekîto pîroz kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî bi boneya cejna Ekîto peyamek da, cejna Ekîto li gelê Keldanî-Suryanî-Asûrî û tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir.

Mazlûm Ebdî cejna Ekîto pîroz kir
31 adar, 2026   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) peyama Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî ya ji bo pîrozkirina cejna Ekîto li gelê herêmê parve kir.

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: "Bi boneya Cejna Ekîto, ez pîrozbahiyên xwe yên germ li gelê me yê Keldanî-Suryanî-Asûrî û hemû civakên li herêmên me dikim.

Ev cejn kûrahiya şaristaniya me û nirxên nûjenkirin û hêviyê temsîl dike. Em girîngiya hevgirtinê û parastina mîrata me ya çandî û şaristanî, ku yekitî û aramiyê xurt dike, ji nû ve tekez dikin.

Cejna Ekîto pîroz be! Bila ev cejn qencî û aştiyê bîne û nirxên biratî û jiyana hevbeş ji bo pêşerojek ewle û dadperwer xurt bike."

(fr)