Çeteyên DAIŞ’ê êrişî baregeheke Heşdî Şabî kir

Li gorî Nûçegihanê Rojnewsê, Ii Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êriş bire ser Lîwaya 63 a Heşdî Şabî û şer rû da.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî baregeheke Heşdî Şabî kir
22 cotmeh, 2026   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku berî niha bi çend kêliyan li Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êrişî baregeha Lîwaya 63’an a Heşdî Şabî ya dikeve sînorê gundê Denadî û Borxeliye ya Kerkûkê.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rojnewsê ku dispêre çavkaniyeke xwecihî, çeteyên DAIŞ’ê êrişî Lîwaya 63’an a Heşdî Şabî kiriye.

Hate ragihandin çeteyan destpêkê êrişî kamereyan kiriye û piştre di navbera herdu aliyan de şer rû daye.

Di encama şer de ziyanên canî pêk nehatine. Piştî êrişê hêzên ewlekariyê dest bi lêkolîn û lêgerînê kirine.