Cenazeya Seidiye El Emo gihîşt Hesekê

Cenazeya ciwana bi navê Seidiye Remedan El Emo ya ji gundê El Hezîm ê navçeya Holê ya Hesekê gihîşt malbatê.

Cenazeya Seidiye El Emo gihîşt Hesekê
5 tebax, 2026   19:34
HESEKÊ

Cenazeya Seidiye Remedan El Emo ya kul i parêzgeha Tertûsê hatiye qetilkirin gihîşt Hesekê û wê li gundê wê Hezîm ê navçeya Holê bê veşartin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Seidiye bi destê cîranekî wê ji ber dizînê hat qetilkirin. Ji ber ku li cem Seidiye nêzî 7 hezar dolar hebû û dikir bişanda Hesekê da ku xaniyek bikiriya.

Çavkaniyan diyar kir ku navê gumanbar Rebî Rîşe ye, ji bajarokê Besîse yê Tertûsê ye û li xwe mikur hat ku sûc kiriye. Hêzên ewlehiyê piştî şopandin û lêpirsîn ew girt.

Malbata Seidiye daxuyandibû ku ji 26’ê Tîrmehê ve dema li Tertûsê bû tu agahî jê nîn in.

(f)

ANHA