Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmralîyê careke din serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê da.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtinê serlêdan kir
14 mijdar 2023   13:16
NAVEND NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozurk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo dîtina muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda girankirî de ye û 3 sal in ti agahî jê nayê girtin, serlêdaneke nû li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê kirin.

Parêzeran ji bo her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wegirtin.