Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevtînê bikin, serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir
7 mijdar, 2024   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin careke din serlêdan kir. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ve hate kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da û di heman demê de xwestin muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin.