52 şehîd hatin bibîranîn
Di merasîma bîranîna 52 şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh, Tebax, Îlon û Cotmehê de banga parastina destkeftiyan hat kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxayê ji bo bîranîna 52 gerîlayên HPG, YJA –Star, YPJ, YPG, QSD, Asayîş û Erka Xweparastinê yên ku di mehên Hezîran, Tîrmeh, Tebax, Îlon û Cotmehê de şehîd bûne, merasîmeke li Navenda Çand û Hunerê li dar xist.
Di merasîmê de malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl, Kongra Sar, meclisa bajar, nûnerên eşîran, partiyên siyasî û meclisên leşkerî amade bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kanton Cizîrê Zîwer Elî bal kişand ser nirxên şehîdan û got: "Şehîdên me şehîdên azadî û rûmetê, banga welat bi cih anîn û di oxira we parastina hebûn û rûmeta me de berdêlên giran dan. Her welatek xwedî şehîd in, lê şehîdên me yên rizgarkirina tevahî cîhanê ji terorê û qirkirin, înkar û pişaftinê ne. Ji bo vê yekê mekaneta şehîdên me li cem tevahî civakan bilind e. Em jî bi vê yekê serbilind in."
Zîwer anî ziman ku parastina mîrasa şehîdan erkek e ku dikeve ser milê her kesî û got: “Divê em li hemberî helwdanên ku destkeftiyên şehîdan dikin armanc, bibin mertal.”
Piştre sînevîzyonek bi wêneyên 52 şehîdan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de hat temaşekirin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên 52 şehîdan hatin xwendin û bi berzkirin dirûşmên "Şehîd namirin" wêneyên wan diyarî malbatên wan hatin kirin.
(bb)
ANHA