Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kir.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir
23 tîrmeh, 2024   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Ceza û Înfazê ya Girtîgeha Îmraliyê da.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ve hate kirin.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

4 sal e agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.