Keça Emîne Weysî: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin

Keça dayika Emîne Weysî Mizgîn Xelîl diyar kir ku dê xebata ku dayika wê û hevalên wê kirine bidomînin û got "Em soz didin wan ku em ê şopdarên rêya wan bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin."

Keça Emîne Weysî: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin
Keça Emîne Weysî: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin
Keça Emîne Weysî: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin
Keça Emîne Weysî: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin
23 hezîran, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

23’yê Hezîrana 2020’an dewleta Tirk bi balafireke bêmirov a biçek komkujiyek li gundê Helincê yê Kobanê pêk anî. Di encamê de 3 jinên pêşeng; rêvebera Kongrsa Star Hebûn Mele Xelîl, endama Koordînasyona Kongra Star a Zehra Berkel û xwediya malê dayika Emîne Weysî şehîd bûn.

Keça Emîne Weysî, cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl bi boneya salvegera 5’an a komkujiyê ji ajansa me re axivî.

Mizgîn Xelîl di destpêka axaftina xwe de şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn û got: "Di salvegera 5`emîn a şehadeta dayika min û her du jinên pêşeng Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl de, em bi rêzdarî wan bi bîr tînin û bejna xwe li hember giyanên wan ditewînin."

Mizgînê bi bîr xist ku rojên beriya komkujiyê amadekariyên konferansa Kongra Star hebûn û wiha behsa wan rojan kir: "Min û şehîd Zehra bi hev  bernameyên xwe çêdikirin. Her yek ji me li cihekî bû, lê rojane me hev didît. Di roja komkujiyê de jî me hev dît. Beriya wê rojê civîna me ya Koordînasyona Kongra Star hebû. Di roja komkujiyê de şehîd Zehra çû Şêranê da ku di çarçoveya amadekariyên konferansê de civînekê çêke."

Mizgînê kêliyên komkujiyê vegotin: “Dema hatin mala me Zehra pir westiya bû. Min û dayika xwe pêşwaziya wê kir. Dayika min li hewşa malê bi wan re rûnişt û min jî li mitbaxê xwarin çêdikir. 5 deqe beriya komkujiyê Zehra hat gel min, li xwarinê nihêrî û got te çi qas çêkiriye, ma wê kî bixwe? Piştre vegeriya hewşê. Piştî 5 deqeyan dengekî bilind derve. Dema ez ji hundir derketim min dît ku cenazeyên wan parçe bûne, ez şoq mam. Min nizanîbû çi bûye, çawa bûye. Ez çi qas bibêjim ez nikarim wan kêliyên biêş bînim ser ziman."

Mizgîn Xelîl komkujî bi tundî şermezar kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Beriya komkujiyê wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk ê wê demê Suleyman Soylu gotibû jin vê xebatê bi rê ve dibin. Jixwe piştî demekê ev komkujî hat kirin.”

Mizgînê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xebatên jinan û got: "Di wê demê de xebatên jinan pir li pêş bûn. Kongra Star bi bîrdoziya rizgarkirina jinan a xwe dispêre ramanên Rêber Apo li beramberî hemû cureyên tundî û êrişên li ser jinan, li hemberî  desthilatdariya li ser jinan, bindestî û kolekirina jinan, têkoşîneke mezin dide meşandin. Kongra Star bi rengekî pir xurt û bi cesaret kedeke pir balkêş dabû destpêkirin."

’XWESTIN DI ŞEXSÊ DAYIKA MIN DE DAWÎ LI ÇANDA WELATPARÊZIYÊ BÎNIN’

Mizgîn Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk bi komkujiyê xwest di şexsê dayika wê de li çanda dayikên welatparêz bîne, rêxistina jinan û malbatan ji hev qut bike û tirsekê di nava civakê de çêke, her wiha xeta azadiya jinan ji holê rake.

Di berdewama axaftinê de Mizgîn Xelîl anî ziman ku dê xebayên dayika xwe û hevalên wê bidomîne û xeyalên wan bi cih bîne û got: "Komkujî bûyereke biêş bû, lê xebata jinan lawaz nekir; berevajî vê yekê xebata jinan hîna zêdetir û bihêztir bû û gelek kar û xebatên serkeftî pêk hatin. "

Mizgîn Xelîl di dawiyê axaftina xwe de jî got: “Dayika min di nava malbateke welatprêz de û xebata azadiya jinan mezin bû. Bi felsefeya Rêber Apo mezin bû û li ser wê bingehê xebat meşand. Em ê şopdarên rêya şehîdên komkujiyê bin."

ANHA