Li Hesekê pirsgirêka avê barê jinan giran kiriye

Jinên Hesekê ji ber pirsgirêka avê gelek zehmetiyê dibînin û li bendê ne ku stasyona Elokê bixebite û dawî li êş û zehmetiyên wan were.

Li Hesekê pirsgirêka avê barê jinan giran kiriye
Li Hesekê pirsgirêka avê barê jinan giran kiriye
Li Hesekê pirsgirêka avê barê jinan giran kiriye
Li Hesekê pirsgirêka avê barê jinan giran kiriye
27 hezîran, 2026   05:40
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Jinên ji Hesekê ji bo pêdiviya malbata xwe ya avê pêk bînin barekî giran rakirine. Ji sala 2019`an ve (zêdetirî 7 sal) rojane bi saetan di bin rokê de li benda dora xwe ne ku avê ji tankan dagirin.

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê 7`ê Nîsanê ragihand ku stasyona elektrîkê ya bajarê Dirbêsiyê êdî dixebite û elektrîkê dide stasyona avê ya Elokê. Her wiha diyar kir ku ew ê torên elektrîkê yên ziyan dîtine çêkin.

Şandeyeke nûnerên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser, hikumeta demkî û şandeyeke Xaça Sor bi hev re çûbûn stasyona Elokê ya Serêkaniyê.

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, koçberên kampa Serêkaniyê û Waşûkanî avê ji stasyona Elokê digirin û niha bi hezaran malbat bê av mane.

Welatiya bi navê Rehîma Osman ji ajansa me re axivî û got ez her roj saet 06:00’an diçim gel tanka avê û li benda dora xwe dimînin û wiha pê de çû: "Ji bo em avê peyda bikin, gelek pirsgirêk derdikevin. Şênî li ser dora avê şer dikin, jin jî bi saetan di bin rokê de li benda dora xwe ya avê dimînin. Ew neçar dimînin bîdonên avê yên giran rabikin û vegerin malê. Mala min 200 m ji cihê tanka avê dûr e, ez zêdetirî saetekê li benda avê dimînim û carne av têra me nake û dest vala vedigerin malê. Ew derfetên me nînin ku em avê bikirin û piştî mazot biha bû êdî gelekî zehmete ku şênî avê bikirin."

Welatiya bi navê Fatma Naso jî got: "Mala me 100 m ji tanka avê dûre û em nikarin avê jî bikirin. Ez rojê ji carekê zêdetir bi bîdonan avê tînim."

Her wiha Israî Xidir diyar kir ku ew saet 04:00 diçe li ser dora xwe ya avê disekine û saet 10:00’an vedigere male û got: “Li malê bermîlên me yên avê nîn in, ez û keçên xwe rojane em bîdonên avê radikin heyanî em pêdiviya xwe ya avê pêk tînin. Havînê pirsgirêka avê zêdetir bandorê li me dike. 5 zarokên min hene û derfetên min nîn in ku ez avê bikirim.”

(np)

ANHA