Panzereke Tirkiyeyê pêlî çeteyê ji derbeyên QSDˋê direve dike

Di dîmenan de diyar dibe ku panzereke Tirkiyeyê pêlî çeteyekî hewl dide ji derbeyên Yekîneyên Şehîd Harûn bireve, dikin.

Panzereke Tirkiyeyê pêlî çeteyê ji derbeyên QSDˋê direve dike
2 ÇILE, 2025   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmenên nû yên çalakiyên bibandor ên Yekîneyên Şehîd Harûn ên Taybet bi Operasyonên Hewayî yên QSDˋê parve kirin. Di dîmenan de xuya dibe ku yekîne li gundewarê Minbic û derdora Bendava Tişrînê bersivên tund didin çeteyan.

Di heman demê de di dîmenan de aşkera dibe ku yekîne çeteyên dewleta Tirk û alavên wan ên leşkerî hedef digirin. Li kêlek wê jî xuya dibe ku panzereke Tirkiyeyê pêlî çeteyekî birîndar dike û nahêle bireve, li kêlek wê jî ji ber kuştiyan, çete di nava metirsî û tevliheviyeke mezin de ne.

Beriya çend kêliyan de jî Navenda Ragihandinê ya QSDˋê dîmena rûxandina panzerekê ji hêla Yekîneyên Şehîd Harûn ve parve kir.

Di saetên destpêka vê êvarê de, QSDˋê ragihandibû ku şervanên wan tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê û gundewarê Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin. Ev êriş ji danê nîvro de hatibûn pêkanîn. QSDˋê aşkera kiribû ku bi dehan çete hatin kuştin, di nav de tankek û 2 erebeyên doçka li ser, bi giştî 6 wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin.

(fr)