Lubnanê neviya Rifet Esed û dayika wê berdan

Berî hefteyekê neviya Rifet Esed, Şemis Durêd Esed û dayika wê Reşa Xizêm bi tawana bikaranîna pasportên sexte li balafirxaneya navneteweyî ya Beyrûtê hatin binçavkirin, lê îro ew herdu hatin berdan.

Lubnanê neviya Rifet Esed û dayika wê berdan
2 ÇILE, 2025   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber bikaranîna pasportên sexte hefteya borî neviya Rifet Esed û dayika wê hatibûn binçavkirin, lê îro bi belgeyeke bicihbûnê, hatin berdan.

Dadgeriya Lubnanê diyar kir ku rewşa qanûnî ya Serah Şemis Durêd Esed û dayika wê gelekî aloz e û ew ê li gorî belgeyeke fermî bikarin li nav Lubnanê bigerin heta ku rêbazeke fermî ji bo derketina wan ji Lubnanê tê dîtin.

(mh)