Li herêma Cizîrê salane bi hezaran dar têne çandin

Di çarçoveya planên xwe yên salane yên ji bo çandina daran de, Desteya Jîngehê ya Herêma Cizîrê bernameyên çandina daran pêk tîne û salane bi qasî 11 hezar daran diçîne. Hejmara darên ku ji destpêka biharê ve hatine çandin 4 hezar derbas bûye.

3 gulan, 2026   05:50
QAMIŞO
BESNA ŞEMO

Desteya Jîngehê ya Herêma Cizîrê hewldanên xwe yên ji bo destpêkirina bernameyên çandina daran didomîne. Armanca van bernameyan ew e ku qadên hêşîn li bajar, bajarok û cihên giştî berfireh bikin. Her wiha armanca bernameyan ew e ku hişmendiya jîngehê û beşdariya civakê bilind bikin da ku domdariya van projeyan misoger bikin.

Ev kampanya beşeke planeke salane ye ku ji hêla desteyê ve hatiye pejirandin. Bernameyên çandina daran di seranserê salê de di 2 qonaxên sereke de pêk tên. Qonaxa yekem di Cotmehê de dest pê dike û heta Gulanê berdewam dike û qonaxa duyemîn di destpêka payîzê de dest pê dike û heta biharê dewam dike. Di vê demê de, deste salane li deverên cuda yên Cizîrê nêzîkî 11 hezar daran diçîne.

Bajarê Çilaxa yek ji wan deveran e ku di kampanyayên salane yên çandina daran de cih digire. Di payîza 2025`an de, desteyê kampanyayek taybet da destpêkirin û li deverên Mazkaftê, Maşûq û Abirê nêzîkî hezar dar çandin.

Li gundê Abrê, proje bi hevkariya Komîteya Jîngehê ya Şaredariya Gel a Abrê di 2 qonaxan de hate pêkanîn. Di qonaxa yekem de 125 şitil û di qonaxa duyemîn de 250 dar li qadeke 30 donim hatin çandin. Hejmara giştî ya daran ku li wê deverê hatine çandin 9 hezar e.

Yek ji xebatên çandina daran yên herî dawî, berî ku demsala çandina daran di 10`ê Gulanê de bi dawî bibe, li herêma Aliyan pêk hat, bi taybetî bajarokê Kêşikê û gundê Dêrûna Axê pêk hat. Li wan deveran 350 dar hatin çandin, bi taybet li Parka Rêber Abdullah Ocalan, parka giştî ya li Kêşikê, qada werzîşê, Goristana Dêrûna Axê û Parka Bir Banî û her wiha li dibistanên li her du bajarokan.

Endamê Ofîsa Park û Darçandinê ya Desteya Jîngehê ya Cizîrê Mihemed Şîbo diyar kir ku armanca bernameyên çandina daran yên ku ji hêla desteyê ve hatine destpêkirin ew e ku qadên şînkayî berfireh bikin û dîmena bajar, bajarok û cihên giştî baştir bikin. Şîbo destnîşan kir ku hilbijartina cihan li gorî lêkolînek baldar pêk tê, ku celebê axê, hebûna avê û hewcedariyên herêmê li ber çavan tê girtin.

Şîbo diyar kir ku deste dê kampanyayên xwe li gundewarên Çilaxayê bidomîne ku dê qonaxeke nû ya çandina daran di meha Gulanê de bi hevkariya Şaredariya Abrê dest pê bike.

Şîbo destnîşan kir ku rewşa ewlehiyê ya li herêmê di dema borî de destpêkirina hin kampanyayên hatibûn plankirin dereng xistiye. Lêbelê, desteyê hewl da xebatên xwe zêde bike. Şîbo diyar kir ku hejmara darên ku heta niha di kampanyayên dawîn de hatine çandin ji 4 hezaran derbas bûye.

(k)

ANHA